Huda Kaya: Xwedîderneketina li jiyana leşkeran acizbûyîna TSK'ê nîşan dide

14:58

JINHA

STENBOL - Li beranberî kurdên ku cenazê leşkerên li Geliyê Doskiyê radikirin li aliyê tirkiyê jî HDP tê lînc kirin. Girêdayî vê Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya got; "Xwedîderneketina li jiyana leşkeran acizbûyîna TSK'ê nîşan dide."

Li Geliyê Doskiyê yê navçeya Gevera Colemêrgê cenazê 16 leşkerên mirine welatiyên sivî ji destê HDG'ê girtin. Li beranberî helwesta gelê kurd a ku cenazê leşkeran li ser milê xwe ji herêma şer tînin li gelek navendên aliyê tirkiyê de HDP tê lînc kirin. Jinan diyar kirin ku kurdan girêdayî vê talebên xwe yên ji bo aştiyê aniyîne ziman.

'Li Giyadînê cenazê leşkeran terikandin gel cenaze rakirin'

Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya bang li deshilatên ku dixwazin binhişiyek weke gelê kurd terorîstin çêkin kir û tiştên berî çend mehan li navçeya Giyadîna Agiriyê hatîn kirin bibîrxist û wiha got: "Li Giyadînê leşker terkî mirinê hatin kirin, gel xwe gihandin leşkeran û ew leşker gihandin nexweşxanê. Divê ev neyê jibîrkirin." Huda destnîşan kir ku di rewşa heyî de şerê tê kirin gelek qirêj û erjenge û wiha domand: "Bebek tên qetilkirin, sivîl rastî înfazên bê daraz tên. Ev jî têrnake nahêlin êdî cenazên xwe jî veşêrin."

'Ev nîşandana aciziya TSK yê ye'

Huda bilêv kir ku cenazê welatiyên li herêmê jiyana xwe jidest dane di bozligan de tên rawestandin û wiha berdewam kir: "Gelê kurd ên ku dilê wan ewqas bi êşê lêdixe cardin xwe li çiyayan diqelibînin û cenazê leşkeran digirin." Huda bilêv kir ku Hêzên Çekdarên Tirk li cenazê leşkerên xwe xwedî derneketin û got: "Xwedîderneketina li jiyana leşkeran acizbûyîna TSK'ê nîşan dide."

'Divê her kes baldariya gelê kurd bibîne'

Huda balkişand ser baldariya gelê kurd ên ku çune xwe li çiyayan qelibandine û cenazê leşkeran girtine û wiha dom kir: "Yên zarok û xizmên wan jiyana xwe ji destdane hene. Gelê kurd ên ku evqas êşê dikêşin dîsan jî aştiyê dixwazin. Ger ên canê xwe winda kirine li cenazên leşkeran xwedî derdikevin divê her kes vê bibînin."

(zt)