'Dema ku li Cizrê qirkirin bê jiyankirin êdî Tirkiye venagere berê'
11:43
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Parlementera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan diyar kir ku divê demek ji ya dinê zutir operasonên Cizîrê bidin rawestandin, dema ku li Cizîrê qirkirinek çêbibe êdî Tirkiye nikare vegere berê. Nursel bilêv kir ku wan li nava Cizîrê şahidî ji berxwedana gel re kirine û got: "Bi mirovên me pêre hevdîtin kirine re her kes nîşan didin ku dê bi giyana berxwedanê ya Bêrîvan li hemberî êrîşan serketinê bidest bixin."
Dibin çemberê de 6 rojin êrîşên leşker û polîsan berdewam dikin. Êrîşên tîmên tayîbet û sekvanan berdewam dikin 9 welatî hatin qetilkirin û desturê nadin cenazê wan veşêrin. Gelê Cizîrê li gorî derfetên xwe cenazê zarokên xwe yên ku nikarin definbikin diparêzin. Parlementera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan a ku 4 rojin li Cizirê ye û lêkolîn kirî çavdêriyên xwe par kir. Nursel bilêv kir ku li gel parlementer jî di nava bajrêdenin, gel dibin şertên zor de dijîn û ratî tehdîdên tîmên tayîbet ên weke "hun nikarin derkevin, ger hun derkevin hunê bên qetilkirin."
'Tenê hêza gel dikare AKP'ê bide sekinandin'
Nursel bilêv kir ku di operasona Cizîrê de taxên Nur, Sur, Yefes û Cudî hedef hatine girtin. Nursel anî ziman ku ev 4 rojin hikumeta AKP'ê bi zora tang û topan êrîş dikin ji bo bikevin taxan, sekvan ji cihên bilind de welatiyan hedef digirin û qetildikin. û wiha berdewam kir: "Li Cizîrê qirkirin heye, divê em bêdeng nemînin. Divê hemû kesîmên aştîxwaz berê xwe bidin Cizîrê û bêdeng nemînin. Divê her şev bi çalakiya deng derxistinê piştevanî bê dayîna berxwedana gel. Tenê hêza AKP'ê bide rawestandin hêza gele."
'Bawerdikin ku dê bi giyana Bêrîvanan bigihin serkeftinê'
Nursel derbirî ku divê dawî li operasonên AKP'ê yên li Cizîrê berdewam dikin bên û wiha dom kir: "Qêrîna gel a serhildanê li her devera Cizîrê bilind bûye. Berxwedana gelê Cizîrê ji hêza dewletê mezintir dibe. Ev qas dema ku ez li vêderê me li gel welatiyên ku min hevdîtin kiriye nîşan didin ku dê bi giyana Bêrîvanê bigihin serkeftinê. Li gel her tiştî jî moralê gel bilinde û dê ev moralê bilind wan bigihîne serketinê."
'Tiştên li Cizîrê tên jiyîn dê dîrok binivîse'
Nursel anî ziman ku di vê pêvajoya ew li Cizîrê mane hînî gelek tiştan bûne û wiha pêde çu: "Piştî roja pêncan mafê dewletê yê dirêjkirina qedexeya derketina kolanan nîne. Nexweşxan ji aliyê tîmên tayîbet ve dorpêçkirîne û xebatên tendiristiyê dibin tindiyê de tên kirin. Welatiyên di êrîşên dewletê de birîndar dibin ji ber nahêlin bibin nexweşxanê ji windakirina xwînê jiyana xwe jidest didin. Li Cizîrê bi navê mirovahiyê çî şerm û hovîtî heye ew tê jiyankirin. Tiştên li Cizîrê tên jiyan kirin dê hemû dîrok binivîse."
(zt)