Pervin Buldan: Divê li hemberî şer aştiyê derxin pêş
11:12
JINHA
STENBOL- Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Buldan balkişand ser êrîşên ser HDP'ê berdewam dikin û got: "Em hemû ji ber mirinên çêdibin xemgînin. Ji niha û şonde ji bo pêşîlêgirtina şer divê aştî derkeve pêş."
Li ser hemû navend û navçeyên HDP'ê yên aliyê Tirkiyê êrîşên nijadperestî hene. HDP yî êrîşên nijadperestan ên ser navend û navçeyên HDP'ê avahi yên wan xirakirin û li ser de jî ala ya tirkan danîn weke di nava gelan de qetandinê çêdike dinirxînin. Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Buldan girêdayî vê mijarê nirxandin kir û wiha got: "Ev tiştên di van du rojan de çêbûne, gelên li Tirkiyê tînin beranberî hev û wan ji hev dide qetandin. Ji ber di daxuyaniyên Serokomar û hemû berpirsên AKP'ê de ji bo mirovan daxistina kolanan avahiyên me yên partiyê şewitandin û hilweşandin û li ser jî alayên tirkan hilawistin bûn. Ev jî peyameke."
'Tirkiye di nava çemberek agir dene'
Pervin peyamên ber ên hatîn dayîn jî bibîr xist û wiha domand: "Bi tayîbetî jî mijarên weke ku di nava kurd û tirkan de pirsgirêkek a alê heye nîşandan şerek deruniye. Li Tirkiyê hikumetê şerê navxweyî daye despêkirin û di heman demê de şerek derunî jî dane despêkirin. Ez di wê baweriyê deme îro ewlehiya canê kesê nîne. Ji ber daxuyaniyê didin, zimanê dixebitînin mirovan tînin beranberî hev û qutbûnê nava gelan de çêdikin."
'Ti pirsgirêka kurdan bi alayê re nîne'
Pervîn êrîşên nijadperestan ên ser HDP'ê di vê dema dawiyê de zêde dibin wiha şîrove kir: "Di serî de navenda me ya giştî êrîşî ser hemû navend û navçeyên Partiya Demokratîka Gelan dikin, dihilweşînin û paşê jî alaya tirkan pêve dikin. Dixwazin bi vê kurd û tirkan bînin hemberî hev. Pirsgirêka bingehîn di rêveberên vî welatiyên ku zimanek wiha bikartînin û navendek wiha çêdikin."
'sekinandina vî agirî peyîwira me hemûyane'
Pervin bang li gelê tirk kir û got: "Ev welat êdî welatek şer ranake, divê aştî, aramî lezgîn têkeve vî welatî. Bila kes xwe neke aletên şer û sarayê. Ez dixwazim tayîbetî vana bêjim. Li cihê gurkirina vî agirî peyîwira me hemûyane av bi vî agirî dekirin û vemirandin. Ev carekdinê bang li alîgirên aştiyê dikim ku ji bo ji holê rakirina vê qaosê têkevin nava hewildanê. Em hemû ji ber mirinên çêdibin xemgînin. Ji niha û şonde ji bo pêşîlêgirtina şer divê aştî derkeve pêş."
(zt)