'Gelê Kurdistanê li dijî helwesta AKP'ê ya faşîzan li berxwedide'

10:06

JINHA

STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel dorpêçên herêmê, înfazên sivîlan a ku ji aliyê polîsan ve pêk tê û berxwedana gel nirxand û wiha got: "Gelê Kurdistanê li dijî helwesta AKP'ê ya fazîzan li berxwedide'

Piştî neh roj dorpêç û berxwedan, gelê Cizîrê peyama 'Em bi serbilindê li ser piya nin' dan, li ser vê yekê dewlet cardin li Cizîrê derketina kolanan qedexe kir. Li navçeya Surê a Amedê derketina kolanan û ketina navçeyê hat qedexekirin. Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel operasyonên ku li herêmê pêk tên, helwesta hikûmetê û înfazên ku polîs li hember sivîlan pêk tîne nirxand. Sebahat destnîşan kir ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dawî li pêvajoya çareseriyê aniye û konsepta şer xistiye dewrê û wiha got: "Gelê Kurdistanê li dijî helwesta AKP'ê ya faşîzan li berxwedide. Di raya giştî de bandorek cuda tê dayîn. Wekî her du alî şer dikin didin nîşan dan. Yê ku biryarê şer girtiye AKP'ê ye û ya ku li dijî biryarê şer li berxwedide gel e. Divê ev yek rast were fêmkirin."

'Cizîr dorpêçê şikand û bi serket'

Sebahat balkişand ser helwesta AKP'ê ya faşîzan a li Lîcê, Silopî, Cizîr û her dawî duh li Surê û wiha domkir: "Zarokê 35 rojî û sivîlên ku temenê wan 80-90 rojî hatin hedef girtin. Sekvanên ku hatibûn bi cih kirin her kesî qetil kirin. Kesên dixwastin birîndaran xilas bikin jî rastî astengiya hatin. Birîndaran gihandina nexweşxanê qedexe kirin. Vê yekê jî em danin aliyek, erkdarên nexweşxanê jî rastî şîdetê hatin." Sebahat diyar kir ku piştî qedexeya derketinê kolanan li Cizîrê rabû û gel sivîlên ku hatine qetil kirin bi girsehî spartin axê û wiha got: "Gel li dijî şer berxweda. Cizîr dorpêçê şikand û bi serket. Niha jî heman polîtîkayê li Surê pêk bîne. Li Surê ciwanê 17'e salî hat qetil kirin. Ji vê helwestê mirov zîhniyeta wan bi zelalî fêmdike."

'Mirov li Kurdistanê ji bo jiyan û pêşeroja xwe li berxwedidin'

Sebahat da zanîn ku bi êrîş û qetilamê hikûmet dixwaze peyamê bide gelê Kurd û wiha pêde çû: "Peyama şikandina berxwedanê dide. Ji xwe vê yekê Tayyîp Erdogan bi zelalî anîbû ziman. Astengiya li pêşî Tayyîp Erdogan tenê gelê Kurde. Tirkiyê, bi rejîma 12'ê Îlonê nikare xwe bidomîne lê belê ne bi feraseta rejîma ku Tayyîp Erdogan dixwaze, bi daxwaza gelê berxwedêr dê pêk bê. Bi perspektîfê Kurdistanê û netewa demokratîk ku di bingeha wê de gelek nasname û bawerî dihewîne dikare faşîzmê têk bibe." Sebahat bi lêvkir ku mirov li Kurdistanê ji bo jiyan û pêşeroja xwe li berxwedidin û divê AKP'ê bizanibe ku berxwedana gel dê jiyana nû avabike.

'Cizîrê bi rihê Kobanê li berxweda û bi serket'

Sebahat wiha pêde çû: "Berxwedana Kobanê a li dijî DAIŞ'ê jî wateyek wiha dide. Ji xwe hêzên kapîtalîst û modernîst xwe li pişt DAIŞ'ê veşartin. Kobanî jî li hember van hêzan xwe spartin jiyanek nû, li berxwedan û bi serketin. Bandora Kobanê ne tenê li ser gelê Kurd di heman demê de li ser tevahî cîhanê avakir" û got buyerên ku li Cizîr û Surê tê jiyan kirin divê di heman perspektîfê lê were nêrandin. Sebahat diyar kir ku hewirdora şer dema ku AKP'ê dev ji polîtîkayên şer berde û vegere muzakereyan dê raweste û wiha got: "Divê deh rêgezên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 28'ê Sibatê de diyar kiriye derbasî meriyetê bibe, ev yek jî tê wateya demokratîkbûna Tirkiyê û înşakirina jiyana nû ye. Tiştê ku AKP'ê dixwaze îktîdara xwe bi zilmkirin û kuştinê bi hêzbike û li qesrê rihet runişkandine. Şer bi xwe re şer tîne. Dema ku mirov bi vê perspektîfê li buyerê temaşe bike dê hîn zelaltir vê yekê bibîne."

Sebahat di dawî de anî ziman ku divê dewlet bi lezgînî dev ji polîtîkayên şer berde û wiha got: "Tevgera Kurd bersiv da aştî û agirbestê. Divê dewlet dev ji polîtîkayên şer berde û ji gelê Tirk re bêje emê di çerçoveya zagunên nû de bi gelê Kurd re hevdîtinê bikine."

(rc)