Dê DBP 'rêveberiya cewherî' nîqaş bike
14:35
JINHA
AMED - DBP bi bernameya nîqaşê ya girîng ve tevli nîqaşên xweserî û rêveberiyên cewherî yên ku li Kurdistanê hatin îlankirin û ketin rojevê dibe. Di 18-19'ê îlonê de li Amedê bi slogana "Bihevre ber bi rêveberiyên cewherî" dê bernama pêk bû ji bo rêveberiyên cewherî û rêveberiyên herêmî perpektîfek derkeve holê.
Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê dê der barê "rêveberiyên cewherî" yên ku demên dawî hatin rojevê de bi plansaziyekî perspektîfa rêveberiyên cewherî ji nîqaşê re vedike. Mijara "rêveberiyên cewherî" ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd û deokratîkbûna Tirkiyeyê di serî de kurd û hêzên demokrasiyê girtine rojeva xwe bi taybetî ev meheke dawî ye li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê bi daxwaza avakirina demokrasiyê ji herêman ve bêhtir hate rojevê. Rêveberiya cewherî ku li dijî sîstema navendî ya tekperest a Tirkiyeyê însakirina demokrasiyê ji hêrman ve tê binavkirin, îxtidara AKP'ê û dewlet bi rêbazên leşkerî û şîdetê ve bersivê dide.
Di nava meha dawî de bi Gimgim, Farqîn, Cizîr, Nisêbîn û Sûrê rêveberiyên cewherî hatin îlankirin û serî de li gelek cihan di bin navê "qedexekirina derketina derve" pêkanînên rêveberiya awerte kete dewreyê. Hevşaredarên Farqîn, Nisêbîn û Sûrê hatin girtin û ji peywir hatin dûrxistin, li Dih û Cizîrê jî hevşeradar nehatibin girtin jî ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywir hatin dûrxistin. Herî dawî li Cizîrê bi rojan pêkanînên rêveberiya awarte kete dewreyê û 21 welatiyên sivîl ji aliyê gulebarana hêzên dewletê ve hatin qetilkirin bi dehan kes jî birîndar bûn.
Rêveberiyên cewherî dê bi hemû aliyan ve bên nîqaşkirin
Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê bi bernameyek rêveberiyê herêmî ku dewlet bi zanebûn krîmînalîze dike û wekî şîdetê ji rayagiştî re radigihîne ji nîqaşê re vedike. Di 18-19'ê Îlonê de dê li Sumerparka Amedê bi slogana "Rêveberiyên Herêmî, Rêveberiyên Cewherî nîqaş dike" ve dê bername pêk bû û rêveberiyên cewherî dê bi sernavên perwerde, tenduristî. aborî. çand, ekolojî, parastina cewherî û rêveberiyên herêmî ve bi hemû aliyên xwe vê dê bê nîqaşkirin
Di bernameyê de hevşaredarên DBP'î, endamên meclîsên şaredariyan dê hemû cih bigirin, ji bilî vê jî KCD, KJA, meclîsên tax û bajaran, rêxistinên ciwanan, rêxistinên sivîl ên civakî, nûnerên gel û baweriyan jî di nav de gelek sazî, dezgeh û kes jî dê beşdarî bernameyê bibin. Dîsa hunermend, rewşenbîr, akademîsyen û rojnameger jî ji bo bernameyê dê bên vexwandin.
Bername dê di 18'ê îlonê de li Sumerparkê bi daxuyaniya çapemeniyê dest pê bike û kursiya nîqaşa serbest de şexs û sazî dê têkîldarî rêveberiya cewherî fikr û pirsên xwe bînin ziman. Bi vê re jî fira rêveberiyên cewherî dê bi hemû aliyan ve bê nîqaşkirin. Bi beşdariya KCD, KJA, rêxistinên ciwanan, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û meclîsên bajaran. hevşaredaran ve li "amfî tiyatroyê" civîna vekirî pêk bê.
Di çarçoveya bernameya ku aktîvîteyên çandî û hunerî jî hebin de di 18'ê îlonê heta sibeha 19'ê îlonê dê çalakiya rûniştinê jî pêk bê. Di çalakiya rûniştinê de dê nîqaşên serbest û aktîvîtayên çandî jî hebin.
Piştî nîqaşên ku bên kirin dê deklerasyonek jî bê weşandin û bername dê bi meşa Sûrê ve bi dawî bibe.
(zt)