Huda Kaya: Biratî ne rakirina alê û li qadan şov kirine!
10:47
JINHA
STENBOL - Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya bertek nîşanî helwesta TOBB'ê ya cudaxwaziyê da û diyar kir ku biratî ne rakirina alê û li qadan 'şov' kirine û got: "Hun dibêjin biratî wê demê çima ji bo yên rastî êrîşan tên hun nabin mertalên zindî"
Hekîtiya Oda û Borsayan a Tirkiyê (TOBB) ji bo di 17'ê Îlonê de li Enqerê bi meşa "Ji terorê re na", "Ala xwe bigre û were" bangawazî kiribûn, Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya ser mijarê nirxandin kir û wiha got; "Biratî ne ne rakirina alê û li qadan şov kirine."
'Îktidar do tevgerê rexne dikir îro ew dike'
Huda di dema 2010-2011'an de girtina alê ya hinek dewletperest û hawirdoran bibîrxist û wiha domand; "Dibin navê ergenekon û balyoz an de doz vekirin. Di wê demê de îktîdara îro hemberî wan ketibû seknekê û xwe bi vê diparastin. Komên bi ala hemberî wanbûn îro îktîdar xwe dixe nava vê rewşê. Bi vê rê û rêbazê Îktidar tevgerê rexne dikir îro ew dike. Ev yeka ku dibe a dewletê ye a meşa qesrêye ku li dar dixin."
'We digo biratî çima nebûn mertalênb zindî'
Huda li herema Kurdistanê şert û mercên şer û pevçûnan jî wiha nirxand; "Faliyetên terora li herema Kurdistanê, nêrînên gel û ji bo balê bela bikin tevgera organize kirine. Ji bo wan çalakiya serokatiyê dikin. Heger derdê we biratîbe bi salaye dewlet êrîşan dike hemberî vê biseknin. Ciwanên Kurd di wesayitan de tên derbekirin, kêrkirin, avahiyên HDP tên şewitandin û êrîşî karkerên Kurd dikin wê demê hun likubûn."
Huda anî ziman ku hemberî êrîşên ser biratiyê dibe ku bibin mertalên zindî û wiha dom kir: "Heger we digo biratî çima hemberî êrîşan win nebûn mertalên zindî! Terora dewletê bi salaye bi mehaye tuştê ku li Kurdistanê dike hun nabînin."
(ha/zt)