'Parastina cewherî ne talebek siyasiye mafeke'

13:47

JINHA

AMED - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli axaftina vekirinê a civîna Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê kir û got: "Ji dema salên 90'an heya niha hişmendiya mêran a deshilatdar ser tinekirina nasname û vîna kurdan xwe daye jiyan kirin. Di aliyê me de rêveberiya cewherî ne daxwazek siyasiye mafeke."

Civîna ku ji aliyê Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê ye bi slogana "Em bi hev re ber bi rêveberiyên herêmî ve" li Sumerparka Amedê tê lidarxistin û dê 2 rojan bidome bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna, Hevserokê KCD'ê Hatip Dîcle, hemû hevşaredar, endamên meclisên şaredariyan û parlementerên HDP'ê yên Amedê di civînê de amade bûn. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Rêveberiya Rêveberên Herêmî û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli axaftina vekirinê kir û diyar kir ku ew ê du rojan li ser rêveberiyên cewherî nîqaş bikin. Firat anî ziman ku peyva rêveberiyên cewheriyê hatiye îlegalîzekirin û wekî suc tê nîşandan. Firat da zanîn ku gel dikarin bi hevre jiyana azad înşa bikin û wiha berdewam kir: "Çi heyf e ku feraseta ku dixwaze erka rêveberiyê di destê xwe de bigire welat ber bi kaosê ve dixwaze bibe. Heke ji bo Mutabaqata Dolmabahçeyê û daxwaza Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan a 2013'an bihata bersivandin me yê bi rojeveke nû aştî pêk bianiya. Ji ber vê yekê gelên ku li ber xwe didin ne tenê ne û em ê bi hevre jiyana azad înşa bikin. Çiqas hundirê peyvên me vala bikin, çiqas pûç bikin jî em ê hemû mafên xwe yên legal bi kar bînin. Tu kes nikarin daxwazên gelan îlegal bikin."

Firat bilêv kir ku ew li hemberî hemû bir û baweriyan rêzê nîşan didin û wiha berdewam kir: "Peyva rêveberiyên cewherî li ser vê axê ne cara despêkê ye tê nîqaş kirin. Ev 500 sal in kurd li ser axa ku dijîn bêyî ku bacê bidin dijîn. Ferasetên pêkûtîker û xwedî erk ev 90 sal in gelê kurd, nasnameya wan û îradeya wan a cewherî tune dihesibîne. Ji bo me rêveberiyên cewherî daxwazeke siyasî nîne mafek e. Hame li ber serê me li Iraq û Sûriyeyê jina tê qetilkirin, em jî dizanin ku riyekî sêyemîn heye. Mînakên Kobanê, Serêkaniyê, Hekesê li ser me ne. Dibêjir ne dîktatorî ne jî teslîmbûn."

'Rêveberiya cewherî ji bo aştiyê fersendekî mezin e'

Firat diyar kir ku li hemberî zordariya otorîteya navendî daxwaza rêveberiya cewherî derket holê û wiha got: "Rêveberiya cewherî ji bo aştî pêk bê fersendekî gelek mezin e. Divê ev fersend neyê windakirin. Guh bidin dengê gel û dê ji we re bêjin aştî. Kî aştiyê bixwaze divê guhdariya wî bê kirin. Yên zext û zordariyê pêk tînin ji aliyê gelên Tirkiyeyê ve ji bilî wan rawestinin tu riyên din tunene. Duh jê re zagon derxistin lê modela jê re zagon derxistin îro weke xebatekî dijzagonî tê dîtin. Gelek hevserokên me û endamên meclîsa me bi vê daxwazê tên darizandin. Em vê yekê qebûl nakin û em dixwazin demildest serbest bên berdan. Tu kes nikara vîna gel tune bihesîbîne û ji peywirê bigire."

'Em ji bo hemû Tirkiyeyê rêveberiya cewherî dixwazin'

Firat anî ziman ku daxwazên wan însanî û aştiyane ne û balkişand ser qedexeyên kolanan ên li demên dawî li Kurdistanê pêk tên. Firat da zanîn ku li şuna qedexeyan divê guhdariya kolanan bikin û wiha axivî: "Em dibêjin gelek rêveberiya cewherî û kêmbûna dewletê. Em rêveberiya cewherî ji bo hemû Tirkiyeyê dixwazin. Heke ji nêzîkahiyên dijber û cudakar ên di demên dawî de pêk tên dest jê bernadin dê rewş hêj bêtir xirab bibe. Demildest dest ji vê yekê berdin. Werin ser maseya muzakereyê û vegerin ser hêviya aştiyê. Dê du rojan li vir rêveberiya cewherî bê nîqaşkirin em rexne û pirsgirêkên xwe bi vekirî biaxivin. Em ji hemû gelên cihanê re soz aştî, rêveberiya cewherî û jiyana nû didin."

Bername dê piştî nîvro bi "Kursiya azad" berdewam bike.

(zt)