Ceylan Bagriyanik: Tecrîda li Îmraliyê tecrîda li tevahî welat e

13:11

JINHA

STENBOL -Endama Heyeta Îmralî û aktîfvîsta KJA'a Ceylan Bagriyanik destnîşan kir ku tecrîda li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê rewşa welat ji nêz ve eleqedar dike û da zanîn ku tenê Abdullah Ocalan dikare konsepta şer a ku hikûmeta AKP'ê xistiye dewerê rawestîne. Ceylan balkişand ku tecrîd yek ji sedemên kurbûna şer e.

Tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 5'ê Nîsanê ve didome. Rûxmî malbat, parêzer û heyeta Îmraliyê gelek car ji bo hevdîtinê serî lêdan kir jî bi hinceta 'keştî xirabe, koster xirabe û rewşa hewayê' tê asteng kirin. Endama Heyeta Îmraliyê û aktvîsta KJA'ê Ceylan Bagriyanik destnîşan kir ku tecrît ne tenê li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalane di heman demê de tecrît li hember tevahî Tirkiyê ye.

'Di esas de Tirkiyê bi tevahî di nava tecrîdê de ye'

Ceylan diyar kir ku tecrîda li dijî Abdullah Ocalan rewşa hemû Tirkiyê eleqedar dike û wiha got: "Di esas de Tirkiyê bi tevahî di nava tecrîdê de ye. Ji ber vê yekê ez difikirim ku eger tecrîd bê rakirin û Bi rêz Abdullah Ocalan azad bê kirin dê gelek girîng bibe di vê pêvajoyê de. Tecrît bi cûreyên cûda domdike. Ji ber ku destûrê nadin ne malbat ne parêzer û ne jî heyeta me hevdîtin pêre pêk bînin. Li aliyê din riyê din ê raghandinê ku bikaribe nêrînê xwe bi derve re parve bike em nabînin. Di vê rewşê de em ji jiyanê jî bi gumanin." Ceylan da zanîn ku heya niha tu rayader derbarê rewşa Abdullah Ocalan de wan agahdar nekiriye û ji ber vê agahiya ku kengî wê tecrît bi dawî bibe ew jî nizanin.

'Rolê sereke ê ku şer rawestîne Abdullah Ocalan e'

Ceylan destnîşan kir ku bi despêkirina tecrîda li hember Abdullah Ocalan re dewlet şerê topyekûn xistiye dewerê û qetilamên ku li Cizîrê hatiye jiyan kirin bi bîr xist. Ceylan got: "Ji zarokê 35 rojî heya deh salî, mirovên 65-70 salî di nava rojê de hatin qetil kirin. Raghandina vê rastiyê jî hat asteng kirin." Ceylan anî ziman ku rola sereke di rawestandina vî şerî de ya Abdullah Ocalan e lê ji ber tecrîdê ew nikare perspektîfê xwe bighîne civakê û ev yek dibe sedema kurbûna şer.

'Sedema paşvexistina aştiyê dewlet û AKP'ê ye'

Ceylan bi lêvkir ku sedema paşvexistina aştiyê dewlet û AKP'ê ye û ji ber vê hikûmeta AKP'ê rexne kir. Ceylan wiha domkir: "Eger yê vê pêvajoyê avabike û pêşve bibe Birêz Abdullah Ocalan be çima destûrê hevdîtinê nayê dayîn? Vê rastiyê hûn jî bi lêvdikin lê em tu bersivên erînî nagrin. Em dizanin ku eger destûr bê dayîn heyeta serbixwe ê lêkolînê biçe Îmraliyê û di çerçoveya ku were mûxateb girtin, dê hemû polîtîkayên tê meşandin vala bê derxistin û dê bingeha Tirkiyek demokratîk bê avêtin."

'Divê jin xwedî li rêvebiriyên xwe ên xweser derên'

Ceylan wiha domkir: "Hemû gel, çand, bewarî û bi taybet jin divê xwedî li rêveberiyên xwe ên xweser derên û ez jinan dewetê rêveberiyên xwe ên xweser avakirinê dikim. Em wek jin emê ne tenê şopdarê vê pêvajoyê bin. Emê rêveberiya xwe yê xweser bi pîvanên jiyanê azad bihûnin û bi taybet ji bo azadiya Abdullah Ocalan rol û misyonên pêvajoyê hildin ser milê xwe û bi taybet dê azadiya gelan bi serkeftina jinan bê xemlandin."

(rc)