Gel di rêveberiya cewherî de bibiriyarin
09:10
Beritan Canozer- Bêrîtan Elyakut / JINHA
AMED - Cîgira Hevşaredara Akdenizê Sebahat Gençtarih Cebe girêdayî giringiya rêveberiya cewherî wiha got: "Em dixwazin bi rêveberiya cewherî bi nêrînên gel û hêviyên wan bigihînin serketinê. Ji bo wê em rêveberiyên cewherî diparêzin û rêveberiyên cewherî tiştek tirsê nîne."
Serokomar Recep Tayyip Erdogan û cîgirên wî li Kurdistanê hemberî gelê sivîl dest bi qirkirinan kirine. Gel li hember hemû êrîşan rêveberiya xwe ya cewherî avadikin û parastina xwe ya cewherî pêşdixin. DBP'ê bi duruşma "Tev bi hev re ber bi rêveberiya cewherî ve" du rojan li Sumerparkê kursiyê serbest avakirin. Cîgira Hevşaredara Akdenizê Sebahat Gençtarih Cebe di derbarê rêveberiya cewherî de ji ajansa me re nirxandin kir.
'Tiştek bi navê demokrasiyê nemaye'
Sebahat da zanîn ku ji malbata tovik heya nava kolanan ew di cîhanê de bûne malbatek mezin û wiha domand: "Tenê divê ne di nava Tirkiyê de li vê bê nêrîn. Weke partî ji bo ku em meclisên taxan avabikin demdirêj em xebitîn û di vê pêvajoyê de me giranî meclisên xwe yên taxan avakirin. Divê ji vêderê de meclisên taxanê bên fikirandin. Pirsgirêkên nava mala min tenê malbata min dizanin, tenê hêviyên min malbata min dikare bîne cîh, cîranên minên herî nêz pirsgirêkên min dizanin, piştî wana dê kolan bizane û paşê jî dê tax bizane. Di Yunana kevin de weke hun jî dizanîn gelek kêm mirov hebûn. Landika demokrasiyê Yunana kevine. Li wêderê 100, 200 yan jî hezar kes hebûne. Di derbarê mijarekê de ev hemû mirov komdibûn û biriyar didan. Biriyar li wê bi piraniya dengan dihat girtin. Lê niha bi miliyonan mirov hene ne wisan? Ji ber şêniya zêde êdî tiştek binavê demokrasiyê nemaye."
'Divê walî û qeyîmeqam ji aliyê gel ve bên hilbijartin'
Sebahat destnîşan kir ku niha demokrasiyek gilover tê meşandin û ew di nava welatek demokrasiyê bi faşîzane dixebitînin de dijîn û wiha berdewam kir: "Heya niha gelê me bi başî rêvenebirine. Caradespêkê vî gelî bi HDP'ê vîna xwe şandin meclisê. Heya niha pêdivî, roman û daxwazên gel nehatine guhdarîkirin û pirsîn, mînaka 30 salan li ber çavane. Gelo dewlet pirsgirêka di mala min de heyî dizane? Na ev kî dizane? Welatiyên nava kolanê û taxê dizanin. Weke mînak niha ji bo cihê em lêne walî û qeyîmeqam tên şandin. Ew ji aliyê hikemtê ve tên destînaşn kirin û şandin. Li gorî min divê kes bi wî awayî walîti û qeymeqamiyê nepejirînin. Bifikire, hikumeta tu li wê dayî runiştandin, dema bixwaze dikare te ji peyîwirê bigire yan jî sirgun bike. Ji bo wê jî divê walî û qeymeqam ji aliyê gel ve bên hilbijartin û daxwazên gel li ber çavan bigirin. Walî û qeymeqam ji bo xizmeta gel li wêne ji bo dewletê divê li wê nebin."
'Rêveberiyên cewherî tiştek tirsê nîne'
Sebahat anî ziman ku divê êdî deshilatî şurê xwe li ser gelan nehejînin û wiha dom kir: "Ji ber dewlet tenê zimanek, miletek û dewletekê dixwaze. Ji ber wê jî dema ku gel bi xwe xwe rêve dibe zora wan diçe. Binêrin li Îsfiçreyê 24 kanton hene. Her yek ji wan ziman û şêweyê rêveberiya wan cudaye, lê li wê ti şer nîne. Li wê kes ji bo ziman, roman û olê xwe yê cuda nayên qetilkirin. Ev jî diyar dike ku rêveberiya cewherî ewqas tiştek xirab nîne. Li Papua Yeni gine de herî kêm 89 ziman tên axaftin û li wê kes bi zimanê xwe alayek cuda nahejîne. Li welatê me nijadperestî pêşketiye. Em dixwazin li kolanan û taxan gel bi xwe rêveberiya xwe bike. Ji bo wê ye ku em rêveberiyên cewherî gelek diparêzin û tiştek tirsê nîne."
'Ne gel mehtacê dewletêye dewlet mehtacê gele'
Sebahat bilêv kir ku navendek şer a heya zarokên 35 rojî jî tên qetilkirin hatiye amadekirin û wiha pêde çu: "Em van kirinan hemûyan bi nefret şermezar dikin. Em hêvîdarin ku dê rêveberiya cewherî baş bêtêgihiştin. Ji bo ku di herêmî de rêveberiya cewherî bê avakirin ji xwe partiya me dixebite. Em jî hewildidin li rojava û rojhilatê Tirkiyê vê bidin têgihandin. Em hewildidin bi wan bidin têgihandin ku ewê bi xwe diderbarê mal, kolan, tax û bajarê xwe de biriyaran bidin. Divê hêviyek wan ji hikumetê nebe. Ji ber ne gel mehtacê dewletêne, dewlet mehtacê gele."
(zt)