'Rêvberiya cewherî ji bo gihiştina aştiyê yê'
09:00
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Endama Meclisa Giştiya DBP'ê Gulcihan Şimşek diyar kir ku gel bi îlana xwe ya rêveberiya cewherî dewlet hedef negirtiye û wiha got: "Li gel dewletê jî gelê kurd û gelên li Kurdistanê dijîn ji bo gihiştina aştî û demokrasiyê divê teqes rêveberiya cewherî îlan bikin."
Gelê kurd ne tenê ji bo xwe ji bo hemû gelan û baweriyan ji bo ku bikarin xwe biparêzin û di derbarê jiyana xwe de biriyaran bidin rêveberiya cewherî îlan kirine. Bi êrîşên ser gelên rêveberiya cewherî îlan kirine re pirsên "Rêveberiya cewherî çiye?" jî pêşketin. Endama Meclisa Giştiya DBP'ê Gulcihan Şimşek di derbarê rêveberiya cewherî çiye û divê çawan bê girtina dest de nirxandin kir. Gulcîhan da zanîn ku hemû biriyarên gel bi xwe digirin ji aliyê dewletê ve tine tên hesibandin ji bo wê jî gel dixwazin di derbarê jiyana xwe de xwediyê mafê gotinê bin.
'Xweserî telebek statoyê ye'
Gulcihan destnîşan kir ku rêveberiya cewherî û xweseriya demokratîk tê wateya bi hev re di nava welatekê de jiyan kirinê. Gulcihan balkişand ser teza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a xweseriya demokratîk û wiha domand: "Rêvebiya xweser bi xwe xwe rêvebirina gelê kurde. Xweserî di çarçoveya makezagonê de ji nû ve avakirine."
'Divê rêveberiya xweser baş bê zanîn û guh bê dayîna dengê gel'
Gulcihan bilêv kir ku divê xweserî û rêveberiya cewherî di pêvajoya muzakereyan de di çarçova hiquqî de bê destgirtin û wiha berdewam kir: "Di dema muzakereyan de bi qasî tê xwestin mijarên kurdan ên xweseriyê û rêveberiya cewherî bi qasî tê xwestin nehatin ziman. Divê bi xweseriya demokratîk modela jiyanê bi hev re bê destgirtin. Divê xweseriya demokratîk û rêveberiya cewherî nirxandinên. Divê rêveberiya cewherî baş bê têgihiştin û dengê gel bê bihîstin."
'Rêveberiya cewherî ne rewşek îlegale'
Gulcihan anî ziman ku li hember êrîşan û tiştên tên jiyan kirin gel hêviyên xwe ji hikumetê birîne û hewildidin bi xwe xwe rêvebibin û wiha dom kir: "Rêveberiya cewherî li hember polîtîkaya dewletê ya îmha û înkarê mafek rewaye. Dema ku dewlet rêveberiya xwe ya cewherî îlan dikin dewletê dandin hemberî xwe. Gelê kurd û gelên li Kurdistanê dijîn li gel dewletê jî hewildidin bi rêveberiya cewherî xwe bigihînin aştî û demokrasiyê. Ji rêveberiya gel a cewherî rewatir tiştek tinîne."
Gulcihan da zanîn ku rêveberiya cewherî di tuzîka DBP'ê de heye, di asta despêkê de pejirandene lê paştê weke îlegal lêkirine.
(zt)