'Em weke jin rêveberiya cewherî heya dawiyê diparêzin'
10:01
Beritan Canozer - Beritan Elyakut / JINHA
AMED - Jinan diyar kirin ku rêveberiya cewherî ji bo gelan biriyara herî raste û divê li her derê gel xwe bi xwe birêve bibin. Endama Meclisa Şaredara Akdenizê Canan Yuce da zanîn ku divê di kesayeta gelê Kurdistanê de hemû gelên li Tirkiyê daxwaza jiyana azad bikin û got: "Rêveberiya cewherî mafek demokratîke, ji bo wê jî em hem weke gelên li ser vê erdnîgariyê dijîn û hem jî weke jin emê heya dawiyê vê biparêzin."
Li Tirkiye û Kurdistanê li hember gelê sivîl êrîş û operasonên qirkirina siyasî hatine despêkirin, ser deverên dixwazin bi xwe xwe rêve bibin êrîş berdewam dikin. Rojda Aras dewtnîşan kir ku ew telebên gel mafdare, ji ber ew mafê gelan heye di her warê jiyana xwe de bi xwe biriyaran bidin. Rojda anî ziman ku hikmetek a nûneriya gel nake heye û wiha got: "Ji hikumetek a nûneriya me nake, dê çawan daxwazên me hebe? Dê serokomarek ê li hember gelê dengê xwe nedayî partiya wan şer daye despêkirin û bi zora çekê dengan berhevdike çawan ji bo me pêşengiyê bike? Em yekî di meclisê de nûneriya me bike dixwazin. Em dixwazin bi xwe xwe rêvebibin û xwe rêxistin bikin. Em dixwazin bax û bîstanên xwe avabikin, aboriya xwe bi xwe rêvebibin û jiyana xwe ya hevbeş berdewam bikin. Divê ez û tu nebe, em hebin. Divê nexweşxaneya xizmeta gel hebe ne ya gel bişelîne û mêtînger bike hebe. Divê tendiristavên me jî ji nava me be û em bi xwe ji birînên xwe re bibin derman. Êdî ewqasa gelê kurd ji dewleta tir kêşayî bese. Em êdî çavên xwe ji mirina zarokên xwe bi destê dewletê re nagirin. Bila vê bizanin."
'Dewlet ji ti tiştê dike nêrînên gel nagire'
Endama Meclisa Şaredara Akdenizê Canan Yuce jî bilêv kir ku li Tirkiyê demokrasiya sixte heye, despêkê desturê didin gel rêveberên xwe hilbijêrin paşê jî êrîşî hilbijêrên gel dikin. Canan diyar kir ku dewlet girêdayî kirinên xwe tiştekê ji gel napirse û wiha domand: "Dewlet hem ji bo gel dibêje; 'ez ji bo we li vêderême' hem jî dema ku rê, cihên kirîn û firotinê û nexweşxanê dema ku vedike ji gel dipirse, nabêje; 'Gelo hun tiştek wiha dixwazin yan na.' Ev tê wateya rêveberiya gel nake. Em jî hem weke hilbijêr û hem jî weke hemwelatiyek vî welatî dixwazin jin, ciwan û her welatiyên li Kurdistan û Tirkiyê dijîn bi xwe xwe rêvebibin. Em tenê azadî û rehetiya gelê kurd naxwazin. Em dixwazin di kesayeta gelê kurd de hemû gelên li Tirkiyê dijîn azad bijîn. Divê her kes di derbarê jiyana xwe de biriyarê bide."
'Em naxwazin hemû mafên xwe bi pere bigirin'
Canan wiha berdewam kir: "Em dixwazin welatiyên li Deriya Reş hilberîna findiqan dikin bi xwe bûhayê findiqên xwe diyar bikin. Li Îzmîr û Balikesîrê welatiyên hilberîna zeyîtînan dikin bi xwe diderbarê hilberîna zeyîtînên xwe de biriyarê bidin. Em dixwazin gel neçarî dana bacê nebe. Em naxwazin welatiyek dema ji bo serêşê diçe nexweşxanê di 10 kontrolên cuda re bên derbaskirin û her yek ji wan cuda cuda pere bigirin. Xizmeta tenduristiyê divê bê pere bê kirin. Perwerde mafek rewaye, lê ji bo xwendinê bi milyaran pere ji welatiyan tên girtin em naxwazin çavên xwe ji van hemûyan re bigirin. Li ser van hemûyan re jî dewlet bacê digire. Weke ku mêtîngeriya ser gel dikin têrnake, hem jî vî gelî ber bi kaputalîzmê ve dibe. Em jî li hember van hemûyan, ger em li vêderê dijîn emê bi xwe biriyara jiyana xwe bidin."
Canan da zanîn ku êrîşên dewletê bi giştî siyasîne û got: "Ji bo ku bibe deshilat û neyê darezandin dikare hemû welat tine bike. Bi hişmendiya 'yên ne ji min bin bila tine bibin' ser gel şer dide meşandin. Rêveberiya cewherî mafeke, em hem weke jin û hem jî weke welatiyên ser vê erdnîgariyê dijîn emê heya dawiyê vî mafî biparêzin."
'Ji ber êdî tehmûla gel ji zilma dewletê re nemaye çun rêveberiya cewherî'
Endama Meclisa Şaredariya Wanê Siti Temur jî destnîşan kir ku êdî tehmûla gel a li hember zilma dewletê nemaye û wiha dom kir: "Dema ku dewletê mafek dabana gel, jiyanek baş ji bo wan bihêlaya wan, ew jî ji bo xwe rêveberiyê ranedibûn. Ev gel di aliyê madî, manewî û her aliyî de ji aliyê dewletê ve tê mêtîngerkirin. Gelên li ser vê axê zarokên xwe windakirin, mal, bax û bîstanên xwe windakirin, koçber bûn û neçar man her tiştên xwe bicîh bihêlin. Êdî tiştek wiha nayê jiyîn. Emê li her derê dest bi biriyarên xwe rêveberiyê bikin û li peyî biriyara xwe jî rawestin. Xwe rêveberî tiştek ne xirabe. Lê pirsgirêkek a dewletê ya ku vê baş tênegihiştinê heye. Li cihê şer dayîna despêkirin bila rune ji bo xwe bifikire û bêje, 'ezê ji bo vî gelî çî bikim.' Li cihê tang û topên xwe dişîne ser me bila mafê me bide me. Ev dewlet mafê jin, zarok, sewal û hemû zindiyan tine dihesibîne. Li cihek binpêkirina mafan divê astê de heyî ger gel rêveberiya xwe ya cewherî îlan neke wêdemê çî bike? Êdî gel ne di asta yek bêje bimire, dibimrin, bêjin bêdengbe bêdeng dibinin."
(zt)