Bersiva jinan: Te 400 ne stand em ê 550 jî nedin
10:23
JINHA
STENBOL - Jinan diyar kirin ku, li dijî biryarê AKP'ê a hilbijartinê ew jî bi biryarin û gotin li hemberê xeyalê Receb Tayyîp Erdogan a seroktî û qesrê ew ê dengê xwe bidin alîgirên aştiyê. Jinan bertek nîşanî gotina Serokomar a "Ez 550 wekîlên xwecih dixwazim" dan û gotin, "Te 400 ne stand em ê 550'î jî nedin."
Hikûmeta AKP'ê piştî têkçûna xwe ya di hilbijartinê de, li hember biryarê gel bi polîtîkaya şer bersiv da. Her çiqas biryarê hilbijartina nû hatibe dayîn jî bersiva gel li hember hilbijratinê zelale. Jinan diyar kir ku li hember polîtîkayên şer ên ku hikûmeta AKP'ê daye despêkirin û gotina "Eger ez nebim desthilatdar dê şer pêk were" ketine tevgerê ku vê hilbijartinê de jî têk bibin. Ûnzîle Ermîş a ku ji Karadenîzê ye anî ziman ku, di hilbijartinê borî de ew dengê xwe dabû HDP'ê û di vê hilbijartinê de jî, ew ê heman tercîhê bike û wiha got: "Li hember gotina Serokomar a ku dibêje 'hêjmarê wekîlê ku min diyar kiriye derxin û bila ev kar biqde' hêrsê gel her ku diçe zêde dike. Bûyerên ku li Cizîrê hatine jiyan kirin me dît, lê ji ber ku medya rastî raneghand gelek gel pê nehesiyan."
'Ên ku ji bo Gazî derketin kolanan ji bo Cizîrê deng dernexistin'
Ûnzîle destnîşan kir, piştî ku konsepta şer ket dewrê, helwestên nijetperestî jî xwe derxistiye pêş û bertek nîşanî gelê ku ji bo Parka Gezî derketin kolanan lê ji bo gelê Cizîrê wê hişyarê nedane diyar kirin da. Ûnzîle got: "Her kes got em birane, lê êrîş li dijî Kurdan pêk hat. Pirsgirêk ne ale, mirov di ferqa vê yekê de ne. Dibêje 'Eger we deng neda min ez ê rojhilatê bakûr tune bikin'. Ew 400 ne stand em ê 550'î jî nedin wî."
'Divê dayîk dengê xwe ji bo aştiyê bikarbînin'
Ûnzîle da zanîn ku êdî gel ne weke berê ye û wiha domkir: "HDP'ê li Karadenîzê rastî êrîşê lînç kirinê hat. Ên ku vê êrîşê pêk anîne ne gelê Karadenîzê ne ji derve hatibûn. Lê em îro dibînin ku HDP'ê li Karadenîzê li cihên herî xweş dengên zêde girt. Di hilbijartinên borî de li cihê ku namzet tune bûn, li wir jî namzet nîşan da. Ez di wê baweriyê de me ku dê dîsa dengên zêde di vê hilbijartinê de bistîne." Ûnzîle balkişand ser gotina xwe û got, AKP'ê dê hilweşe dervî vê çareserî nemaye û wiha pêde çû: "Eger gel dengê xwe bide ev yek dê pêk were. Ya herî girîng jî jinin. Eger dayîk dixwazin bi zarokên xwe re li ser yek sofrê rûnin, divê dengê xwe ji bo aştiyê bikarbîne."
'Êdî herkes di ferqa rastiyê de ye'
Alîye Goga a ku li ber zeviya dijî bi lêv kir ku, leystûka AKP'ê dengê wî a hilbijartinê dixe. Aliye diyar kir ku divê AKP'ê dev ji van polîtîkayên xwe ên qirêj berde û wiha got: "Bi qasî ku dixwaze bila bi mera mijûl bibe, çi dike bila bike dê sernekeve. HDP'ê di vê hilbijartinê de dê dengê xwe bilind bike." Aliye da zanîn ku hikûmeta AKP'ê dixwaze desthilatdariya xwe li ser gelê Kurd bide meşandin û wiha got: "Welatiyên ku dengê xwe didan AKP'ê ew jî êdî dibêjin em dengê nadin. Êdî herkes di ferqa rastiyê de ye."
'Em di nava rêvebirek faşîzan de dijîn'
Li kolana Îstîklalê me mîkrofana xwe dirêjî Ayşegûl kir ew jî got Serokomar li gorî zagonê bingehîn nêz nabe û ji bo partiyek deng dixwaze. Ayşegûl diyar kir ku daxwazê kesên dîktator pêk nayê û wiha got: "Em di nava rêvebirek faşîzan de dijîn. Ji ber ku nikare welat li gorî daxwazê xwe rêvebibe qetilîaman pêk tîne. Me li Cizîr û berî wê jî li Roboskî vê yekê dît." Ayşegûl balkişand ku, gel bi zanabûn HDP'ê hilbijart û şand Meclîsê û wiha pêde çû: "Ji ber ku partiyek ku hemû civak di nava xwede digre dengê xwe dan. Têkoşîna wan ji bo azadiya tevahiya gele. Ez di vê baweriyê de me ku kesên di ferqa vê zanistiyê de bin dê di roja 1'ê Mijdarê de cardin dengê xwe bidin HDP'ê."
(rc)