'Hun sindoqan bibin qesrê jî gel wê dengê xwe bikar bîne'

17:10

JINHA

ANKARA - Hevseroka HDP Meral Daniş Beşdaş anî ziman ku pergela 'sindoqê gerandin' mudaxeleyî vîna gel dike û makeqanunê de sûce û got: "Hun sindoqa bibin qesrê jî wê gel were dengê xwe li qesrê jî bikar bîne."

Bi biryara Serokomar Recep Tayyip Erdogan yek bi yek ku pergala 'sindoqê gerandin' xistin jiyanê hemberî vê bertek zêde dibin. Cîgira Hevseroka HDP'ê Meral Daniş Beşdaş jî bertekên xwe bi daxuyaniyek nivîskî anî ziman û wiha got: "Bi 'pergala gerandinê' mudaxeleyî vîna gel dike û di makeqanûnê de ev yek sûce. AKP û Serokomar Recep Tayyip Erdogan di hilbijartinên 7'ê Heziranê de encamên derketin tehmûl ne kirin û bi tena serê xwe nebû îktîdar dixwazê ne bi rê yê demoktîk û bi rê ya zor destî û ji bo bi polîtîka yê mudaxeleyî vîna gel bike. Herî dawî serî li leystika sindoq gerandin kir."

'Dixwazin provakasyonên nû ava bikin'

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku 3 taxên Cizîrê û gelek gundên wê biryara li herema hilbijartinê guhertine û bi vê biryar ê sûc dikin û wiha hat gotin: "Diyare wê di 1'ê Mijdarê hilbijartinê de leystikê nû derkevin holê. ji aliyê biryarê de Cizîr bi zanistî hat hilbijartin û bi provakasyona nû di xwazin gel ji sindoqan dûr bixin." Meral destnîşan kir ku Cizîr çawa 7'ê Heziranê de ji sedî 90 bersiv da wê di 1'ê Mijdarê de jî ji sedî 90 dîsa bersiv bide.

(ha)