Jinên HDP'ê ji bo siyaseteke demokrat dê bicivin
12:51
JINHA
ENQERE - Parlamenterên HDP'ê yên jin dê di 3'ê Cotmeha 2015'an de bi diruşma "Dê jin di meclîsê de siyaset demokrat bikin" de bigihin hev.
Parlamenter û namzetên HDP'ê yên jin dê di 3'ê Cotmeha 2015'an de bi diruşma "Dê di meclîsê de siyaset bi destê jinê demokrat bibe" li Enqarayê bi civinek bigihin hev. Civina ku ji aliyê Kordînasyona Jinên HDP'ê ve tê li darxistin bi daxuyaniyeke nivîskî banga tevlîbûnê li hemû jinan hat kirin. Civina ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî di nav de gelek namzet û parlementerên jinên HDP'ê dê li Navenda Bazirganiya Cihanê ya Enqereyê bê li dar xistin. Her wiha dê di civinê de danezana jinê bê parvekirin.
'Jin bikevin Meclîsê û Siyasetê Demokrat bikin'
Di bangawaziyê de hemû jin ji bo tevlîbûnê hatin dawetkirin û ev tişt hat gotin; "Aştiyek bêhempa di têkoşîna jinê de encam bibine. Lewre em jin divê ji bo aştiyeke bêhempa bi israr bin. Bi bilind bûna dengê jinê yê ji bo aştiyê dîrok binivîsin. ji ber vê yekê em dibêjin jin bikevin Meclîsê û Siyasetê Demokrat bikin" Di bangawaziyê de hat desnîşankirin ku di hilbîjartina 1'ê Mîjdarê de divê di meclîsê de dengê jinê xurtir û geştir bibe û wiha hat gotin; "Em jin dê têkoşîna xwe di meclîsê de bilindtir bikin û heya dawiyê ji bo aştî û demokrasiyê têbikoşin. Ji bo em jî di meclîsê de xweseriya xwe ava bikin û xwe bi rêxistin bikin em jin divê bibin yek û dengê xwe li cihanê belav bikin."
(ho/zt)