'Divê tekoşîna jinên HDP'ê bê mezinkirin'

10:32

Filiz Zeyrek/JINHA

EDENE - Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku ji bo ku HDP'ê dibin bendê de bihêlin AKP'ê bi her awayî hîle kir. Meral da zanîn ku dê li hember hemû lîstokan berxwedan mezin bibe û gel biserkevin. Meral bang li jinan kir û got: "Divê hêz û berxwedana jinê bê mezinkirin û em di nava HDP'ê de dengê xwe bilind bikin."

Bi fermana Serokomar Erdogan ji bo ku AKP 276 parlementeran derxîne û bi serê xwe biçin deshilatiyê pergala sindoqên gerok derxistiye. Li hemberî wê HDP ji bo 1'ê Mijdarê amadekariyan dike ji bo polîtîkaya şer û mirinê valaderxînin. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de HDP'ê caradespkê bi fermî ket meclisê, dê vî mafê xwe yê fermî ketina meclisê di 1'ê Mijdarê de jî derxe asta herî jor. Bi rojane HDP bi duruşma "Bibe endamê desteya sindoqan û sindoqan biparêze" kampanya daye despêkirin. Di kampaniyaya deh rojan berdewam kir de nêzî 100 hezar kesan bi HDP'ê re têkilî danîn. Dê serlêdanên li navend û navçeyên HDP'ê hatine pejirandin paşê ji YSK yê re bên şandin û dê di 1'ê Mijdarê de ji HDP'ê 100 hezar kes ewlehiya sindoqan bigirin.

'AKP amadekariyên dawiya xwe dike'

Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş pêvajoya piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê nirxand. Meral destnîşankir ku ji ber serketina HDP'ê hezim nekirine ji ber wê biriyara hilbijartina pêşwext girtine û wiha got: "Ji bo ku AKP biriyara hilbijartina pêşxwext bike şer daye despêkirin. Her devera em diçinê her kes diyar dikin ku konsepta şerê AKP'ê piştî hilbijartinan dayî despêkirin ji ber hezimnekirina serketina HDP'ê ye. Şerê AKP'ê ji bo amadekariyên 1'ê Mijdarê ye. Ev ne tenê em hemû diniya dibînin û dizanin. Em ji demboriyê hilweşîn, şewitandin û wêrankirina ew dikin dizanîn. Ti deshilatî bi van rêbazên tinekirinê negihaye serketinê. Karanîna AKP'ê ya van rêbazan dawiya xwe anîne."

'Ji bo guhertina encamên hilbijartinan hemû awayên hîleyan bikaranîn'

Meral bilêv kir ku ji bo dibin bendê de hêlana HDP'ê Serokomar Erdogan û Serowezîr Ahmet Davutoglu bang kirine û wiha domand: "Ji bo HDP dibin bendê de bimîne hindik maye derketin duayên barîna baranê û li mizgeftan duayan dikin. Ev jî acîzbûn û bêçaretiya wan nîşan dide. Lê emê dibin bendê de nemînin. AKP dixwaze bi hîle û fêlbaziyan encamên hilbijartinê bide guhertin. Dixwazin li Cizîr, Colemêrg, Êlih û Amedê sindogên gerok danin."

'Di serî de jin divê hemû gel li dengên xwe xwedî derkevin'

Meral wiha qala amadekariyên hilbijartinê kir: "Em bang li hemû yên alîkariya HDP'ê dikin û diparêzin dikin ku di hilbijartinê de peyîwirê bigirin. Emê li vîna xwe xwedî derkevin û bi her awayî dengên xwe biparêzin. Me koordinasyona xwe ya hilbijartinê avakiriye û xebatên hilbijartinê dane despêkirin. Emê di 2 yê cotmehê de li Enqerê danasîna namzetên xwe bikin. Dê di dîrokên cuda de di navendan de jî namzet bên nasîn. Lîsta me ya Edeneyê gelek rengîne. Lîstam me ya Edeneyê xwediyê rengîniyek ku hîtabî hemû kesan dikiye."

'Gelê Tirkiyê vî şerî weke şerê AKP'ê dizanin'

'Başta kadınlar olmak üzere tüm halkımız oylarına sahip çıkmalı'

Meral bilêv kir ku Edene xwediyê nasnameyek renga renge. Meral diyar kir ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de Edene li HDP'ê xwedî derketin, dê vêcarê jî ji sedî sed dengê xwe zêde bike. Meral da zanîn ku bawerî û nêrîna siyasî çî dibe bila bibe êdî dê gel neyê lîstokan û wiha domand: "Malbatên gerila, leşker û polîsan ên zarokên xwe winda kirine êdî dizanin ev şer şerê AKP'ê ye. Êdî kes naxwazin zarokên xwe bikin qurbana saarayê."

'Dê berxwedan mezin bibe û gel serkevin'

Meral bang li gelê Edeneyê kir û got: "Ez dixwazim bangek wiha li hemû gelê Edeneyê bikim; li pêşeroja xwe û zarokên xwe xwedî derkevin. Bila gelê me dengên xwe bidin aştiyê û werin em welatê xwe ji şer xilaskin. Yên dixwazin me dibin bendê de bihêlin dê negihin armanca xwe. Emê hîn zêdetir mezin bibin, dê berxwedan belav bibe û gel biser kevin."

'Dê jin bi hêz û vîna xwe HDP'ê mezin bike'

Meral bilêv kir ku tenê navnîşana bihêz kirin û azadiya jinan HDP ye û wiha berdewam kir: "Li Edeneyê cînayetên jinan gelek zêdene. Ez bang li jinan dikim ku di nava HDP ya tekoşîn û azadiya jinan bingeh digire de cîh bigirin. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de me hewilda xwe bigihînin hemû jinan, birastî jî jinan hebûna xwe nîşan dan û dengê xwe bilind kirin. Di 1'ê Mijdarê de ji bo ku em hîn zêdetir mezin bibin li pêşiya me ti asteng nîne. Hadê jinîno hun cihê xwe yê di nava HDP'ê de dizanin werin em bi hev re di nava HDP'ê de dengê xwe bilind bikin. Werin em hêz û tekoşîna jinê mezin bikin. Ez bawerdikim ku dema jinan dengê xwe da bihîstin azadiya jinan jî gengaze."

(zt)