Çinar Salih: Destên Tirkiyê di êrîşên li dijî Şêxmeqsûd de hene

13:58

JINHA

HESEKÊ - Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM’ê Çinar Salih diyar kir ku êrîşên li dijî taxa Şêxmeqsûd bi alîkariya Tirkiyeyê tên kirin û hewldaneke girêdana paytexta aborî ya Sûriyeyê bi Tirkiyeyê reye. Her wiha anî ziman ku, piştî paşveçûna alîgiriya AKP’ê di nava gel de rasterast gelê Kurd û bi taybet li Bakurê Kurdistanê hedef digire.

Derbarê êrîşên dawî yên çeteyên Cebhet El-Nusra û alîgirên wê li dijî welatiyên taxa Şêxmeqsûd û hevkariya êrîşkaran bi hikûmeta Tirkiyeyê re Endama Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Çinar Salih nirxandin kir. Çinar got: “Bajarê Helebê paytexta aborî ya Sûriyeyê ye û cihê bajêr û gundewarê wê di Sûriyeyê de cihekî stratîjîk e. Ji ber vê yekê dewleta Tirk hewl dide riya di navbera bajarê Helebê û Tirkiyeyê de wekî serdema Osmaniyan ji nû veke. Dewleta Tirk ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bîne, hewl dide pêkhateyên herêmê û bi taybet pêkhateya Turkmen bixapîne û li dijî hev bide şerkirin. Tevî ku taxa Şêxmeqsûd di bajarê Helebê de devera herî bi ewle ye û bi hezaran malbatên taxên din têde bi cih bûne, Tirkiyeyê hewl dide bi destên çeteyên El-Nusra vê aramiyê têk bibe û pêkhateyên taxê li dijî hev bide şerkirin. Li aliyekî din êrîşên van çeteyan li dijî welatiyan piştî ku hêzên YPG’ê li derdora bajaroka Cerablusê serkeftinên mezin bi dest xistin, pêk tên.”

Êrîşên li dijî Bakurê Kurdistanê jî hemleyeke tolhildana AKP’ê ye

Derbarê şoreşa gel li bajarê Bakurê Kurdistanê û êrîşên dewleta Tirk li dijî welatiyên kurd li Bakur Çinar Salih di axaftina xwe de wiha destnîşan kir: “Dewleta Tirkiyê ji serdema Osmaniyan ve û heta niha hewl dide pêkhateyên herêmê tune bike. Pirsgirêk Tirkiyê ne bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re ye, lê belê hikûmeta Tirkiyeyê dijminahiya doza gelê Kurd dike. Ji ber vê yekê hewl dide serhildana gelê Kurd li Bakur bişkîne. Her wiha bi taybet piştî ku AKP’ê di hilbijartinan de bin ket, niha bi hovîtî tola xwe ji welatiyan re ku dengê xwe dane HDP’ê hiltîne.”

Konferansa Yekîtiya Star xaleke girîng di têkoşîna jinan de ye

Derbarê 2. konferansa Yekîtiya Star a ku li bajarê Hesekê hatî li darxistin de Çinar Salih, pêk hatina konferansê li hemû jinên herêmê pîroz kir û wiha domkir: “Lidarxistina 2. konferansa Yekîtiya Star li bajarê Hesekê xaleke girîng di têkoşîna jinan de ye. Jin li bajarê Hesekê di berxwedana li dijî çeteyan de û bi rêxistinkirina civakê rolek mezin hildan ser milên xwe."

(rc)