ESP: Meşa HDP'ê ya serkeftinê hun nikarîn asteng bikin

14:52

JINHA

ENQERE - ESP'ê bertek nîşanî oparasyonên kirkirina siyasî da û binçavkirina rêveber û endamên HDP'ê yên Stanbolê jî şermezar kir. ESP'ê destnîşan kir ku ev êrîşên li ser HDP'ê astengiya serkeftina hilbijartinê ye û diyar kir ku meşa serkeftinê nayê astengkirin û ji bo aştiyê divê her kes mil bide milê HDP'ê.

Partiya Sosyalîstên Bîndest (ESP) oparasyon û binçavkirinên li ser rêveber û endamên HDP'ê yên Stenbolê hat kirin bi daxuyaniyekî nîviskî şermezar kir. Di daxuyaniyê de bal hatkişandina ser serdegirtinên polîsan ên li ser HDP'ê û wiha hat gotin: "Roja ku HDP'ê danezana hilbijartinê aşkera kir polîsan li Stenbolê li ser gelek malên rêveber û endamên HDP'ê de girtin. Di rastiya xwe de ev serdegirtin peyamek e û xwedî wateyek e giring e. Armanç wan ewe ku xebatên hilbijartinan di 1'ê Mijdarê de asteng bikin. Her wiha pêşiya aştî, demokrasî û azadiyê jî bigirin. Kesên li Qesrê dibêjîn dê bi girtina HDP'ê hilbijartinê kar bikin, lê bila baş bêzanin ku dê demokrasî kar bike."

'HDP di 1'ê Mijdarê de ji bo aştiyê dê li Tirkiyeyê bi ser bike ve'

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 1'ê Mijdarê de HDP bi serkeftina demokrasiyê navê xwe li cihanê binîvise û ev tişt hat gotîn: "Êdî bes e. Kêr gihaye hestî. Em wek gelê bindest li hember zordestî û zilma desthilatdariyê bi awayê aştî û azadiyê dê heya dawiyê têbikoşîn. Çawa ku gelê me li Farqîn, Cizîr û Surê xwezeriya xwe ava kir û ji bo azadiyê têdikoşe, dê HDP li rojavayê Tirkiyê meşa xwe ya hilbijartinê berdewam bike û ji bo aştiyê dê biserbike ve.

ESP'ê di daxuyaniyê de bang li hikûmetê kir ku bila demîldest rêveber û endamên HDP'ê bên berdan.

(ho/zt)