Ji jinên HDP'ê peyama Ekin Wan

11:45

JINHA

ENQERE - Partiya ku bi polîtîkaya xwe ya jinê ji partiyên dinê cuda HDP partiya tenê danezana jinê diyar kiriye.

HDP a ku polîtîkaya wê ya jinan ji partiyên dinê cudaye, îro jî ji partiyên dinê cuda danezana jinan amadekiriye. Danezana jinan û ku ji aliyê jinan ve hatiye amadekirin ji aliyê Hevseroka Giştiya HDP'ê Figen Yuksekdag ve hatî aşkirekirin, ji bo danezanê li Nevenda Bazirganiya Cîhanê jin kombûn û hemû amadekariyên wê kombûnê ji aliyê jinan ve hatiye kirin.

Ji jinan peyama Ekin Wan

Di nava pankartên weke "Ji bo aştî û azadiyê dê jin serkevin" de wêneyê Gerilaya YJA Star Kevser Elturk (Ekin Wan) a ku bi birîndarî hatî girtin, bi îskencê hatî qetilkirin û ji bo tehşîrkirinê li cenazê wê îskence hatî kirin û pankartên weke "Ekinên dewletê tazî kirîn, berxwedanê li xwe dikin" hatine hildan. Li salonê sitiranên kurdî, tirkî, lazî, û erebî hatine lêxistin. Alayên HDP'ê yên siloganên HDP'ê li ser hatine nivîsîn hatine hildan.

Serokwekîla Koma HDP'ê Pervîn Buldan mêvanên ku hatin li ber derî pêşwazî kir û hin jin bi cilên xwe yên neteweyî hatin civînê. Jibilî gelek jinan dayika Ethem Sarisuluk jî beşdar bû. Li bendê ye ku Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û ji saziyên jinan jî gelek jin beşdarî civînê bibin.

HDP di mijara jinan de ferqa xwe nîşan dide

HDP a ku têkane "Danezana Jinê ya Xweser" aşkera dike ye, di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de jî danezana jinê aşkera kiribû û ji sedî 40 parlamenterên jin biribû meclîsê. HDP a ku jin hêzeke bi bandor in bi meclîsên jinan û cihê jinan a di siyasetê de diyarker ve ji partiyên din bi xetên tuj cuda dibe. Jibilê vê di nava namzetên jin ên HDP'ê de jinên ku ji tevgera jinê û navên tevgera femînîst tên jî cih digirin.


(zt)