Emine Armut: Emê bi berxwedana Arînan 1'ê Mijdarê biserbixin

09:17

JINHA

COLEMÊRG - Hevseroka HDP Colemêrgê Emine Armut di derbarê xebatên xwe yên hilbijartina 1'ê Mijdarê de wiha axivî: "Çawa berxwedana Kobanê û Rojava bi pêşengiya jinê serket, emê li Bakurdê Kurdistanê jî jin pêşengiyê ji hemû xebatan re bikin. Niha komisyonên meclisên taxan me aşkere kirine û di komisyonan de pirani rengê jinê û hêza jinê xuya dike. Emê bi jinên taxan re xebatên xwe yên hilbijartinê bimeşinin."

Bi giyana Roja Kobanê ya Cîhanê 1'ê Mijdarê û serketina hilbijartinên 7'ê Hezîranê HDP'ê dest bi xebatên hilbijartinê yên 1'ê Mijdarê kirine. Hevseroka Navenda HDP'a Colemêrgê Emine Armut der barê xebatên xwe yên hilbijartina 1'ê Mijdarê de nirxandin kir. Emine diyar kir ku dê bi hêza jinê weke Berxwedana Kobasnê û Şoreşa Rojava di hilbijartinê de jî serketinê bidestbixin.

Emine destnîşan kir ku ewê 1 Mijdarê bi saya tekoşina Arînan qezenc bikin û wiha berdewam kir; "Weke ku gelê me û hemû cihanê şahidî ji berxwedana Kobanê re kirin emê jî hewil dibin bi giyana wê berxwedanê tevlî hilbijartinan bibin. Hêza jinên kurd bi berxwedana YPJ'ê ya destanî li hember çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê xwe nîşan da. Emê bi hêza Arinan û Silavan biserkevin. Çawa berxwedana Kobanê û Rojava bi pêşengiya jinê serket, emê li Bakurdê Kurdistanê jî jin pêşengiyê ji hemû xebatan re bikin."

'Bi pêşengiya jinan xebatên hilbijartinê tên meşandin'

Emîne di derbarê xebatên xwe yên hilbijartinê de jî wiha got: "Niha komisyonên meclisên taxan me aşkere kirine û di komisyonan de pirani rengê jinê û hêza jinê xuya dike. Emê bi jinên taxan re xebatên xwe yên hilbijartinê bimeşinin. Weke hilbijartina derbasbûyî emê jin bi şev û roj bixebitin. Em jin dê ji bo jiyanek aram û welatek bê şer bi şev û roj bi xebitin. Emê bi jinan re xebatek hevbeşi rêvebibin."

'Operasonên qirkirina siyasî li dijî ehlaqê siyasetê ye'

Emine bertek nîşanî operasonên qirkirina siyasiyên ser partiya wan HDP'ê berdewam dikin da û axivî; "Di nava polîtîkaya şerê AKP'ê dayî despêkirin de oparasyonên qirkirina siyasi jî berdewam dikin. Tayîbetî jî li ser partiya me qirkirina siyasî berdewam dike. Her roj serdegirtinên malan û girtin heye. Ev operason ji derveyî ehlaqê siyasetê ye. Di nava operasonên qirkirina siyasî de jî diyare ji hêza jinê ditirsin. Bi tayîbetî ser hevşaredarên jin operason kirin û binçav kirin. Bi binçavkirinê jî têrnekir vêcarê ew sirgun kirin."

Emine destnişan kir ku ev êrîşên dibin qedexeya derketina kolanan de hatîn despêkirin li Farqîn û Nisêbînê berdewam dike û wiha dom kir: "Li gel êrîşan jî berxwedana gel a bê hempa heye. Bi her awayî gel li kolanan tekoşîna xwe berdewam dikin. Ji dayîkên li ser gorên zarokên xwe nobetê digirin heya jinên ji bo canê zarokên xwe li kolanan nobetê digirin bi pêşengiya jinê berxwedan heye berdewam dike."

(zyd/zt)