Kelecana Hamide ya dengê xwe yê despêkê karanînê
09:51
JINHA
STENBOL - Hamide Çivak a 18 salî ku ji Mêrdînê ye di 1'ê Mijdarê de carayekem dê dengê xwe bikarbîne. Hamide diyar kir ku dê dengê xwe bide HDP'ê û got: "Pêwîste di vê hilbijartinê de jî HDP hêza xwe nîşan bide."
Polîtîkaya AKP a ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de hêviya xwe windakirî û piştî hilbijartinan dest bi şer kirî ji aliyê gel ve rastî nerazîbûnan tê. Welatiyên ku di derbarê Serokomar Recep Tayyip Ergogan, AKP û 1'ê Mijdarê de ji mikrofona ajansa me re axivîn gotina aştiyê ji ser zimanê wan danakeve. Ji welatiyan jina ciwan Hamdiye Çivak a 18 salî ku carayekeme deng bikardîne dazanîn ku dê dengê xwe ji bo aştiyê bikarbîne û xwest dawî li şer bê.
'Li hember hewlên AKP'ê yên qirkirinê dengek'
Hamide balkişand ser qirkirinên AKP ser sivîlan dide meşandin û wiha domand: "Ketina HDP'ê ya meclisê ji bo wan her tişt hat guhertin, ji ber ne li gora hesabên AKP'ê bû. Erdogan dixwaze meclis ji bo wî be 400 parlementer ji bo wî be. Di hilbijartina derbasbûyî de jî min dengê xwe bikarne anî, carayekeme ez deng bikartînim."
'Dê alîgirên şer winda bikin'
Hamide anî ziman ku meta wê li çiyaye û wê navê meta xwe girtiye. Hamide bilêv kir ku ji ber wê navê meta xwe girtiye ew gelek şanaze û wiha berdewam kir: "Weke jinek ciwan ezê her dem ji bo aştiyê tekoşînê bikim û alîkariya HDP'ê bikim. Ger şerek mezin dixwazin ezê jî bikevim navê. Dê alîgirên şer winda bikin."
Hamide da zanîn ku ew dixwaze carekdinê HDP bendê derbaske û têkeve meclisê û wiha dom kir: "Divê li hember lîstokên tên lîstin carekdinê HDP hêza xwe nîşan bide."
(zt)