'Dê berxwedana me li hember polîtîkayên AKP'ê yên tinekirinê berdewam bikin'

10:14

Beritan Canozer/ JINHA

AMED - Endama KJA yê Gulbahar Alsoy balkişand ser qirkirinên sivîlan ên piştî îlana rêveberiya cewherî berdewam dikin û diyar kir ku AKP'ê îlana rêveberiya cewherî, weke îlana şer dide nîşanda. gulbahar da zanîn ku ewê weke jin li hember hemû polîtîkayên tinekirinê berxwedanê mezin bikin.

Li welatên demokratîk gel xwe rêve dibin, lê li Tirkiyê ev daxwaza kurdan bi qirkirinê tê bersivan. Li hember gelê kurd ê ku dixwaze rêveberiya xwe ya cewherî avabike AKP'ê polîtîkaya şerê ser sivîlan, çî jin, zarok, ciwan, pîro û kal bin her kesê hedef digirin. Ji zaroka 35 rojî, heya kalê 75 salî her kesê weke 'terorist' nîşan dide û ruyê xwe yê gemar herî dawî li Farqîn û Nisêbînê nîşan da. Farqîn girtine dorpêçê dibin dorpêçê de leşker û polîs qirkirinê dikin, li Nisêbînê jî qirkirina ser sivîlan berdewam dike. Endama KJA yê Gulbahar Alsoy li ser rêveberiya cewherî û qirkirinên sivîlan, li gel wê jî di vê pêvajoyê de rola jinan û gelan nirxandin kir.

'Rêveberiya cewherî weke îlana şer nîşan didin'

Gulbahar bilêv kir ku îlana rêveberiya xweser li Botanê encama ramandinek kur ser pêvajoyê ye û wiha domand: "Li ser wî bingehî li Botanê meclisên gel û dibiniya meclisên gel de meclisên jinan hatin avakirin. Di biniya meclisan de xebatên rêxistinkirinê hatin despêkirin. Di dema îlana rêveberiyên xweser de gelek êrîş hatin ser gel. Weke ku îlana şer hatiye dayîn wiha êrîş kirin. Rêveberiyên meclisan tayîbetî jî jinan xebatên xwe rêvebirin. Xebatkarên meclisan di her aliyî de alîkariya gel kirin."

'Tu hêz nikare xwe li hemberî demokrasiyê bigire'

Gulbahar anî ziman ku aliyê rêveberiya cewheriyên ekonomi, ekoloji û tendiristiyê hene û wiha berdewam kir: "Dema ku rêveberiya cewherî tê gotin, weke ku qada şere, lê ew nîne. Dewlet bi zanabûn dinava gel de hewildide binhişiyek wiha bide avakirin. Rêveberiya cewherî ne tenê çek girtin û şer kirine. Ew merheleya dawiyê ye. Di rastiyê de parastina cewherî bi giştî xwe dayîna jiyan kirine. Di navê de jin û ciwan mafê xwe parastine. Divê di aliyê siyasî û îdeolojîk de bê bihêz kirin. Divê di navend û navçeyan de bi tayîbetî jî bi pêşengiya jinan xwe rêvebirina gele. Li pêşiya demokrasiyê ti hêz nikarin bisekinin. Yên dixwazin li hemberî vê rawestin, tenê dikarin heya cihekê bisekirin. Gel di xwerêvebirinê de bi îsrarin, ji ber rêveberî gel bi xwe ye. Kes ji derve nayê wan êrve nabe. Gel vîna xwe derdixe holê û dê vê bidin jiyan kirin."

'Dê gel dengê xwe di aliyê aştiyê de bixebitînin'

Gulbahar da zanîn ku dê di hilbijartinan re bi windakirina AKP'ê re ji bo kurdan pêvajoyek nû bê despêkirin û wiha dom kir: "Gel bi vî awayî nikare bikeve, ji ber ku ev gel aşiqê ax, çand, ziman û ciwanên xwene. Erdogan daxwaza xwe ya 400 wekîlan dersitiye 550 yan. Ew we dizane ji ber beriya hilbijartinan şer nebû gel deng dane HDP'ê. Belê şer nebû lê cardin di mala kurdan de agir hebû, cardin şehîd dihatin û ciwan dihatin qetilkirin. Tenê di pêvajoya hilbijartinan de vî gelî 150 şehîd dan. Emê di 1'ê Mijdarê de jî bi hev re bibînin. Dê gel dengê xwe di aliyê aştî û demokrasiyê de bixebitînin. Dê li hemberî hemû polîtîkayên qirkirinê berxwedanê bilind bikin."

(zt)