'Danezana jinan berhemê keda wane'
12:43
Ceren Karlıdag/ JINHA
ENQERE - Rêveberên rêxistinên jinan Danezana Hilbijartinê ya Jinên HDP'ê nirxandin û gotin: "Danezan li Kurdistanê xwedîderketina jinan li rêveberiya cewherî û girêdayî pêşeroja xwe bûyîna xwediyê gotin û peyam dayîna jinên aliyê rojavayên Tirkiyê ye."
Enama Malagel Nebiye Mertturk a ku çuyî berxwedana gelê Cizîrê ya 9 rojan li hember şerê AKP û sarayê berdewam kirîdîtî û ji hebûna modela rêveberiya cewherî re şahidî kirî Danezana Hilbijartinê ya Jinên HDP'ê nirxandin. Nebiye balkişand ser di danezanê de xala rêveberiya cewherî peyama jinên rojhilat ji bo jinên rojava û destnîşan kir ku li gel van jî di danezanê de madeyên weke ked, zayendiya civakî, newekhevî, nûneriya wekhev û hemû qadên jin têde tekoşînê dikin cîh digire.
'Em heman tiştî di partiyên dinê de nikarin bibînin'
Nebiye bilêv kir ku di nava partiyek siyasî de tayîbetî danezana jinan bi serê xwe giringe û wiha berdewam kir: "Dema ku mirov li danezanê dinêre, dikare hemû talebên nûneriya jinan dikin hene. Ji zayendiya civakî, heya şertên xebatê û rola jinê di aştiyê de gelek daxwaz hene. Em heman tiştî di partiyên dinê de nikarin bibînin. Girêdayî rêveberiya cewherî xebat an jî ceribandinên me çênebûne, li Cizîrê me dît jin bi xwe di derbarê jiyana xwe de xwediyê mafê gotinê ne û di hemû navendên jiyanê de cîh digirin. Jinên Cizîrê atoliyeya jinan avakirine, lê ji ber şertên şer derfetên me yên dîtinê çênebûn. Li hember tacîz û bi zewaca bi zorê jin însiyatîf digirin û li gorî sucê wan ceza didin."
'Dema ku êrîş zêde dibin berxwedan mezin dibe'
Nebiye anî ziman ku tindiyên ser jinan zêde dibin, li hemberî wê jî berxwedan mezin dibe û wiha dom kir: "Em di demek a parastina cewherî di asta herî bilind denin. Weke ku li Kobanê YPJ'ê parastina cewherî li hemberî DAIŞ'ê kirine derdikeve pêşiya me. Weke Nevin Yildirim divê li hemberî şideta dayîmî parastina kesanî pêşbikeve. Di van 13 salên dawiyê de jin dinava lepên şidetê de gelek man. Li hemberî wê tekoşîn jî pêşket. Li aliyekê êrîş, li aliyê dinê jî berxwedan mezinbû. Me vê di dema Ozgecan de dît. Ozgecan sîtava serhildanê bû. Di pêvajoyek wiha de Danezana Hilbijartinê ya Jinên HDP'ê hemû mijarên jinan eleqeder dikin girtiye nava xwe."
'Emê ji rojava ber bi rojhilat ve pira xwişkan avabikin'
Nebiye wiha berdewam kir: "Me jinên mala gel di 7'ê Hezîranê de me bi helwesta emê ten nekin serok dest bi xebatê kir û di dawiyê de me hemû jinan Erdogan nekir serok. Niha jî li hemberî me daxwaza 550 wekîlan heye. Emê jin li hember şerê sarayê ji rojava ber bi rojhilat ve pira xwişkan avabikin û tekoşînê mezin bikin. Ji bo wê ye Danezana Hilbijartinê ya Jinên HDP'ê hemû xebatên me digirin nava xwe. Di dema derbasbûyî de me ew nekir serok, emê niha jî nekin serok.
(zt)