Namezetên jinên HDP'ê yên Çanakkalê: Aştî wê jin bînin

12:11

JINHA

ÇANAKKALE - Namezeta parlementera HDP'ê ya Çanakkalê Ozlem Ergun Açalan diyar kir ku divê jinên Tirkiyê tevgera jinên Kurd mînak bigrin û têkoşîna xwe li Tirkiyê bidin despêkirin. Ji namzetên HDP'ê Adîle Yalçin jî destnîşan kir ku divê jin di pêvajoya dawî de rola xwe di nava siyasetê de bileyzin û wiha got: "Ez di wê baweriyê de me ku jin dê aştiyê bîne."

Piştî HDP'ê namzetên xwe yên parlementeriyê dan nasîn, namzet li bajarên xwe dest bi xebatê kirin. Li Çanakkalê namzetên HDP'ê li ber Tesîsa Sosyal ya Tûrkan Saylan hatin ba hev û bi yek dengî durişmeya "Bi înad aştî, bi înad HDP'ê" berz kirin. Namzetên jin piştî danasîna namzetan ji bo xebatê hilbijartinê bi gel re civiyan. Ji namzeta parlementeriya HDP'ê ya Çanakkaleyê Ozlem Ergun Açalan diyar kir ku, têkoşîna jin ne tenê di rojên hêsan de ye her wiha divê jin berê xwe bide qadên meztir û wiha got: "Têkoşîna jin ne di şert û mercên hêsan de derketina kolan û gotin kirine. Divê em têkoşîna xwe di qada polîtîka, perwerde, aborî û jiyanê de bi hêz bikin."

'Divê jinên Tirkiyê jinên Kurd mînak bigrin'

Ozlem da zanîn ku jinên Kurdistanê di nava berxwedanê de ne û got, divê jinên Tirkiyê, rolê ku jinên Kurdistanê dileyzin weke modelek jiyanê bibînin. Ozlem wiha domkir: "Li gorî nêrîna min divê jinên Çanakkalê jinên tevgera azadiya Kurd mînak bigre. Ez jî mînak digrim. Jinên Kurd di nava berxwedanî û piştevaniyên bi mînak de ne." Ozlem anî ziman ku, li dijberî zihniyeta ku jin tûne tê hesbandin, tenê partiya HDP'ê hebûna jin dipejrîne û wiha pêde çû: "Ji ber zîhniyeta Tirkiyê li dijî jine ez bûm namzetê HDP'ê. HDP'ê hebûna jin dipejrîne. Heya niha di dîroka Komara Tirkiyê de di Meclîsê de komên jin bi tu aweyî ne hat avakirin, lê HDP'ê vê yekê bi ser xist."

'HDP'ê jin li hev civand'

Ozlem destnîşan kir ku di mijara têkoşîna jinan de gelek xal ne ketine pratîkê û wiha got: "AKP'ê di mijara têkoşîna jinan de qet ne duriste, ji ber vê gotinên ku derbarê jinan de kiriye yek ji wê ne ketiye pratîkê. Lê HDP'ê rûxmî ku 3'ê sale derketiye pêş bi hêza têkoşana jinên Kurdistanê got "Ez dixwazim we di Meclîsê de bibînim" û bandor li tevahî jinên Tirkiyê kir."

'Jin xwedî hêza aştî anînê ye'

Ji namzetên HDP'ê Adîle Yalcin jî diyar kir ku divê jin bi taybet li hember îhlalên maf di siyasetê de cih bigrin û wiha got: "Wek gel em di pêvajoyên zehmet re diborin. Di vê çerçoveyê de ji bo ku jin vê pêvajoyê veghûrîne aştiyê divê gelek bixebite. Ez bawer dikim ku xwezaya jin ya aştî dê li dijî şer aştî pêk bîne."

(rc/