İktisatçı Azize Aslan: Hîmên bingehîn ên ekonomiyê jinin

12:07

Derya Ceylan / JINHA

WAN - Îktisatci Azize Aslan diyar kir ku di rêveberiya cewherî de hîmên bingehîn ên komunal ekonomiyê jinin û got: "Beriya kaputalîzmê bi hezar salan jinan ekonomî li gorî pêdiviyan birêxistin kiriye. Ji bo wê jî tenê ekonomî bi hiş, reng û şanaziya jinan dikare bê rêxistinkirin."

Modela rêveberiya cewheriya bi navê "Mafê xwe bi xwe rêvebirinê" tê zanîn li gelek deverên cîhanê li hember pergala kaputalîzmê alternatîfan avadike. Di aliyê çandî û herêmî de gelek ceribandinên rêveberiya cewherî hatine jiyîn û bi jiyana nû re civakan li gorî dabînkirina pêdiviyên xwe alternatîf avakirin. Îktisatci Azize Aslan da zanîn ku îdeolojiyên cuda tên bahev û jiyana azad avadikin, ji bo wê jî "komunal ekonomi" di rêveberiya cewherî de lingek giringe û ji bo xistina meriyetê nirxandin kir.

'Rêxistinkirina ekonomiyê rêveberiya cewherî avadike'

Azize destnîşan kir ku ji derveyî pergala kaputalîst divê jiyanek bê avakirin, ji bo wê jî komunal ekonomî giringe û wiha berdewam kir: "Rêveberiya cewheriya ku kurd dixin meriyetê demokratîkbûna ekonomî, ekolojî û zayendiya civakiye. Bi rêxistinkirina komunal ekonomiyê rêveberiya cewherî tê avakirin. Dema ku rêxistinbûna komunal ekonomiyê bê avakirin karê rêveberiya cewherî hîn zêdetir hêsan dibe. Di rastiyê de mesela kaputalîzmê her dem dixwaze mirovan bikêşe cîhana metabûyînê û di rêya bûyîna xwediyê wan metayan de kolekirina mirovane. Di komunal ekonomiyê de koletiya bi muçe nîne. Xebatek dildarî û hevpar heye. Di parkirinê de her kes bi qasî maf kirî na, bi qasî pêdivî pê heyî paya xwe digire."

'Divê alternatîf bên fikirindin'

Azize bilêv kir ku divê ji bo rêveberiya cewheriya li Cizîrê hatî îlankirin mayînde bibe divê pergal û dewlet bê derbaskirin. Azize di salên 90'an de Cizîr bibîrxist û wiha domand: "Ji salên 90'an heya niha li Cizîrê dewlet bi awayê hêsankirina jiyana welatiyan nîne, bi tank, top û zordariya xwe heye. Dema ku li Cizîrê qedexeya derketina kolanan îlankirin di serî de elektirîk, av û înternet birîn. Girêdana Cizîrê bi jiyan û cîhanê re qutdikirin. Li Cizîrê şertên jiyanê gelek zor kirin, ji ber pêdiviyên mirovan ên weke av, elektirîk û înternet weke polîtîka bikaranîn. Dikare kooperatîfên av û ekelktirîkê bên avakirin, dema ku dewlet nebe pêdiviyên welatiyan bînin cîh. Ji bo gihandinê jî divê alternatîf bên fikirandin."

'Divê civak bi hilberînê re mijul bibe'

Azize anî ziman ku ji bo Kurdistanê komunal ekonomi şerte ji bo wê jî divê despêkê civak bi hilberînê re bê girêdan. Azize polîtîkaya bişaftin, mêtîngerî û şerê 40 salan berdewam dike bibîrxist û wiha dom kir: "Van polîtîkayan civaka Kurdistanê ji halê hilberînê xistiye. Bi qenalên xerckirinê mirov bi pergalê ve dane girêdan. Li Mezopotamiyaya bibereket hilberîn aniye rewşa tinekirinê. Di pêvajoya çareseriyê de mirovan ji nû ve dest bi avakirina jiyanê kirin. Niha jî her çendî biçukbe hinek ked heye. Divê ev xebat bên zêdekirin û bigihin hev, rêxistina ekonomiya komunal bê avakirin. Divê cardî dest bi ekonomiya ku mirov weke hîmê wê yê bingehî bê dîtin berdewam bike."

'Ekonomiya komunal tenê bi hişê jinê dikare pêşde biçe'

Azize diyar kir ku jin hîmên bingehîn ên ekonomiya komunalin û wiha pêde çu: "Beriya kaputalîzmê bi hezar salan jinan ekonomî li gorî pêdiviyan birêxistin kiriye. Ji bo wê jî tenê ekonomî bi hiş, reng û şanaziya jinan dikare bê rêxistinkirin."

(zt)