Fîgen Yuksekdag: Biryardariya jinê wê şoreşê pêk bîne
12:07
JINHA
STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê FîgenYuksekdag li Stenbolê bi nûnerên rêxistinên jinan re civiya û got, "Bi biryardariya bi mîlyonan jinan re me ê şoreşê pêk bînin. Em ê şoreşa jinê pêk bînin."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, beşdarî forûma Koordînasyona Hilbijartinê ya Jinan a Stenbolê bû. Tevî namzetên jin ên parlametneriyê, Seroka Giştî ya EHP'ê Sîbel Ûzûn, Seroka Giştî ya ESP'ê Sûltan Ûlûsoy, Berdevka SKM a Stenbolê Pinar Turk û Sendîkaya IMECE amade bûn.
Axaftina vekirinê ya forûmê ji aliyê Fîgen Yuksekdag ve hat kirin. Fîgen diyar kir ku eger li cihekî mafekî biçûk ê jinê hatine qezenckirin, ew maf 'bi berxwedana biryardar' a jinê hatiye qezenckirin û got, "Eger li cihekî zilm li hemberî jinê hebe, heta ku li wir gotin û vîna jinê neyê pêşvebirin, nepêkane pêşeroj were qezenckirin."
'Di nava şer de em ji bo aştiyê radibin ser piyan'
Fîgen anî ziman ku dema jin ji bo aştiyê rabû ser piyan, wê mirovahiya mezin jî bi xwe re bibîne rabe ser piyan û got, "Beriya hilbijartinên 1'ê Mijdarê, di navenda vî şerê giran û bi xwîn de, em ji bo aştiyê radibin ser piyan û dimeşin." Fîgen diyar kir ku bi vê meşa xwe ya aştiyê re ew ê ji bo jiyaneke aştiyane û wekhev, derî vekin û got, "Biryardariya bi mîlyonan jinan wê şoreşê pêk bîne, wê mora xwe deyne binê şoreşekê. Ev şoreş wê şoreşa jinê be."
Fîgen anî ziman ku di serketina HDP'ê ya 7'ê Hezîranê de pareke mezin a jinan heye û bi gotina, "Rêya me vekirî be" dawî li axaftina xwe anî.
Piştî axaftina Fîgen, beşa duyemîn a forûmê bi rengekî ji çapemeniyê re girtî, dewam kir.
(rc)