Berendamên namzetên HDP'ê yên Samsunê: Jinên Deryareş dibejin bi înad HDP

12:31

JINHA

ENQERE - Berendamên namzetên HDP'ê yên Samsunê wê tekoşîna keda çandina titun, çay û garis bibin meclîsê.

Hînkayi ya Deryareş, kesayeta jinên kedkar, xwezaya wê ya indirok û har bûna xwezayê kêlî bi kêlî şewq dide. di dema ku nasnameya tekoşîna jiyan û nasnama polîtikayê veguheriye berendamê namzetê HDP'ên Deryareş bi diruşma "Bi înad Aşitî bi înad Azadî" gav davêjin. Jinên Deryareş bi hişmêndiya mêr re sutyê xwe natewînin li çandina çay, findik, garis û çêkirina nanê garis keda xwe derdixin ber çav. Berendamên namzetên HDP'ê anîn ziman ku ji zeviyan heta meclîsê jin zû bi zû pes nakin û dibêjin; "Bi înad karê jinên Deryareş bi înad HDP."

'Her dem min di nava tekoşînê de cîh girt'

Berendama namzeta HDP'ê ya Samsunê Nuray Bedirkurum li Bafra yê dijî: Nuray malbateka gundî û cotkar de hat dinya yê û ji zaroktiya xwe de dixebite ji bo debara xwe bike. Nuray diyar kir ku dema xebitiye jî tu carî ji tekoşînê dur ne ketiye. Hertim min di nava tekoşînê de cîh girt û niha jî bi HDP'ê re di koşa tekoşînê de cîh digrim. Ji bo aştiyek mayînde bê avakirin divê gel hemû destê xwe têxin bine kevir."

'Înad karê jinên Deryareşe'

Nuray li Deryareş bûyê berendam û anî ziman ku wê aşitiyê ji Deryareş reş û wiha dom kir: "Ewê dest bidin înada me. Çi ji destê me were emê bikin. Dayîka Havva bi berxwedana kesk a Deryareş derkete pêş ti cudahiya me ji dayîka Havva tune. Dayîka Havva di tekoşîna ekolojiyê de li berxweda emê jî li hember zilmê li ber xwe bidin."

'Kî li me zordestî bike ewê wenda bike'

Nuray da zanîn ku herêma Deryareş di çandinê û heman qadan de keda jinan gelek heye û wiha pêde çu: "Jin bi çalakin û di jiyana zor de li berxwe didin." Nuray diyar kir ku ji ber wê bil ali ser me zordesti yê nekin û tenê jin ne dayîke kedkare jî ewê li hemberî pergala merê ya serdest tekoşînê bikin.

'Rêveberiya cewherî modela Deryareş e'

Nuray anî ziman ku di partiya HDP'ê de gotina rêveberiya cewherî xwediyê naverokek gelek kure û gel dikaribe xwe rêvebibe û modela hilberînê di malên xwe de avabikin.

'Emê qesrê ser serê wan de hilewşînin'

Nuray bilêv kir ku Danezan Hilbijartinê ya Jinên HDP'ê hat xwendin, di dema xwendihê de dayîkên şehîdan û dayîkên aşitiyê li kêleka hev rûniştibûn. û wiha berdewam kir "Îro dayîkên aşitiyê û jin li kêleka hev rûniştine aştiyê dixwazin. Daxwazên dayika tu kes nikare bugehrîne û emê bi aşitiyê qesrê ser serê wan de hilweşînin."

Nuray anî ziman ku ji vê demê pêve gelê li Tirkiyê dijîn zarokê xizan namirin, dê li hemberî şer biseknin û ewê bi înad bêjin "aşitî û azadî."

(ha/zt)