Figen Yuksekdag: Ji bo parastina mafê jiyanê em rêveberiya cewherî diparêzin

09:22

Medya Cebe-Hulya Okalin/JINHA

WAN - Hevserokê Gişti ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku divê jin bi awayek zindî dinava rêveberiya cewherî de cîh bigirin û got: "Ji ber her roj li Tirkiyê 5 jin tên qetilkirin, ji bo wê ye em li her derê li hember qetilkirinên jinan, ji bo parastina mafê jiyanê li her derê rêveberiya cewherî diparêzin."

Gelê kurd li gelek bajarên bakurê Kudistanê yên wek Şirnex, Silopî, Cizîr, Gever, Colemêrg, Nisêbîn, Licê, Farqîn, Gimgim, Bazîd û Wanê bi dirûşmeya "Bajarê xwe û xwe em ê bi rê ve bibin" rêveberiya xweser îlan kirin. Piştî meclîsên gel xweseriya xwe îlan kir êrîşên hikûmeta AKP'ê û dewletê li ser gelê kurd di asta herî jor de zêde bûn. Bi destpêka îlan kirina rêveberiya xweser û şunde heya niha di nav de jin û zarok jî heyî nêzî sedan kes jiyana xwe ji dest da û gelek jî birindar in. Gelê kurd ku ligel hemû êrîş û komkujiyan bi her awayî bev jî berxwedana xwe bernadin û roj bi roj li herêmê daxwaza xwe bi xwe rêveberînê jî belav dibe.

Hevseroka Giştiya HDP'ê Fîgen Yuksekdag der barê îlan kirina rêveberiya xweser de axivî û diyar kir ku modêla rêveberiya xweser wekî hêzeke guhertin, pêşeng û çareseriyê ye. Figen da zanîn ku sedemê îlan kirina rêveberiya xweser ne cidî bûna AKP'ê û Erdogan ya di pêvajoya çareseriyê de ye. Rêveberiya xweser tiştek rewa ye û wiha got: "Hişmendiya takekesî û desthîlatdariyê ji dîroka komartiyê heya îro heye li herêmên Kurdistanê polîtîkayên qirêj tên meşandin. Gelê kurd êdî di sedsala 21'an de xwest ku di heremên xwe de bi modela xwesertiyê xwe bi rê ve bibe. Ev jî daxwezekî rewa ye. Rêveberiya xweser çi ye. Divê mîrov di serî de vê bizane. Rêveberiya xweser ew e ku gel li bajêr, gund, taxan û kolanên xwe bi rêxistin xwe bi rê ve bibin e. Pêwîstiya jiyanê, siyasî, parastina rewa, aborî, û hwd bê dewlet li ser biryara gel û bi alikariya rêveberan çareser bikin e. Her wiha di bingeha rêveberiya xweser de rêxistina civakê jî giring e. Em dikarin bêjin ku ji bilî gel tu kes nikare li ser navê civakê biryaran bistine. Hemû tişt bi biryara gel bê standin."

'Di rêveberiya xweser de 8 xalên bingehîn û giring hene'

Fîgen li ser 8 xalên rêveberiya xweser rawestiya û ev tişt anî ziman: "Di rêveberiya xweser de 8 xalên wek perwerdehî, tendûristî, ekolojî, jiyana bajarî, jin- ciwan, hiquq, çand û parastina rewa yên bingehîn û giring cih digîrin. Di serî de divê 8 xal bên xurt kirin û bi gel bidin femkirin. Her çiqas îro gel rêveberiya xweser îlan kiribe jî kemasiyên bingehîn hene. Mînak ji aliyê hiquq û tendûrîstiyê de pirgirek û kemasiyên cidî tên jiyin. Bi sed salan e ku li ser çanda kurd polîtîkayên mezin tên meşandin. Bi hezaran ciwanên kurd li metrepol û zaningehan tên asîmîlekirin. Ligel vê yekê divê di serî de ev pirgirekên bingehîn bên sazkirin. Ji ber vê yekê di hilbijartinê de serkeftiya HDP'ê pir giring e."

'Di rêveberiya xweser de rola jinê pir giring e'

Fîgen di berdewamiya axaftina xwe de di rêveberiya xweser de giringiya rola jinê jî wiha anî ziman: "Di rêveberiya xweser de rola jinê pir giring e. Jin ji aliyê hilbîrin û aboriyê de kar û xebatên gelek mezin dê bidin meşandin. Bi avakirina kooperatîfan jin dê xwe azadtir bibine û ji aliyê parastina rewa de xwe bi hêztir bike. Divê pêvajoyê de jin xwe di nav xebatan de bi awayekî aktîf cih bigirin û hêza xwe derxin holê. Armanca me ew e ku di rêveberiya xweser de bi pergala hevserokatiyê jiyana hevpar avabikin. Em baş dizanin ku pêşketina rêveberiya xweser bi rihê hevpariya jin û mêrê dê qewetir bibe.

'Tirkiyê gelek pirgirekên bingehîn bên çareserkirin'

Fîgen di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku Rêveberiya xweser ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelê bindest e û wiha bi dawî kir: "Bernameya Rêveberiya xweser ne tenê ji bo gelê heremê ye. Di heman demê de ji bo gelê Tirkiyeyê jî. Em nabêjin ku bila tenê li Kurdistanê xweserî bê avakirin û lê li vir azad bibin. Dawxaza me ew e ku hemû gel li Tirkiyê dijin dibin hişmendiya pergala desthîlatdariyê derkevin û azad bijin e. Çawa ku em çî ji bo bajarê Wenê bixwazin di heman demê de ji bo bajarê Antalya, Enqere, Artvîn û yên din jî dixwazin û gelê wan deran jî diparêzin. Dema ku ev proje ket faliyetê dê li Tirkiyê gelek pirgirekên bingehîn bên çareserkirin. Gelê me ji aliyê aborî, siyasî û civakê ve jî bê azadkirin."

(mc-ho/zt)