Namzetên jin; Tekoşîna me tarzê jiyana meye
09:16
Ceren Karlıdag-Duygu Erol/ JINHA
ARDAHAN/ÇEWLIK - Namzetên HDP'ê dan zanîn ku di Danezana Hilbijartinê ya Jinên HDP'ê de balhatiye kişandina ser keda jinê ya ji nedîtî ve lêtê nêrîn û gotin: "Emê ji bo jinên di nava malê de dixebitin qala mafên wan yên civakî, sîgorta û teqawîtbûnê bikin."
Di dengvedana Danezana Hilbijartinê ya Jinên HDP'ê de herî zêde li ser xala keda jinan a nayê dîtin hat sekinîn. Namzetên HDP'ê yên Ardahan û Çewlikê yên jin ku dest bi xebata xwe ya hilbijartinê kirine, diyar kirin ku dê li her qadê hewilbidin keda jinan bidin dîtin û di nava xebatên jinan yên HDP'ê de çareseriyên pratîk pêkbînin.
'Min nasnama xwe ya jinbûnê bi tekoşîna azadiya gelê kurd re nas kir'
Namzeta HDP'ê ya Ardehanê û beriya niha Hevşaredara navçeya Sarikamiş a Qersê Pervin Tunbul diyar kir ku HDP partiya ked û azadiya jinane. Pervin da zanîn ku li hemberî pergala koletiya pênc hezar salan di nava HDP'ê de çareseriyê piratîkî dibînin. Li hemberî kolekirinê tekoşîna azadiya gelê kurd hişmendiya jinê pêşde biriye û dê wê hişmendiyê bi HDP'ê bigihîne hemû jinan.
'Emê pirsgirêkên jinan bînin rojevê'
Pervîn bilêv kir ku nîmeta keda jinê di her qadê de heye, lê mêr ji wê nîmetê sudê digirin û wiha berdewam kir: "Her kar ji destê me jinan tê. Tenê em hêza wê derxistina holê di xwe de bibînin."
'Tekoşîna me tarzê jiyana meye'
Pervîn anî ziman ku di pêvajoya şer de jinên kurd û tirk zarokên xwe windakirine, jin êdî aştiyê dixwazin û ji bo aştiyê çî ji destê wan tên dikin û wiha dom kir: "Dema hat xwestin em jin bûn mertalên zindî. Ferqa me ji partiyên dinê tekoşîna me tarzê jiyana meye. Ji bo wê ye em gelên tên çewisandin hemû li hev dicivin."
'Danezan hemû Tirkiye digire nava xwe'
Hatice Kavaran a ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de li Edeneyê namzetbû, vêcarê jî li memleketê xwe Çewlikê namzete. Mewzîna Enstitusiya Zanîngeha Zimanên Dijîn Hatice Kavaran di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de zindî gav avêtiye nava siyasetê. Hatice destnîşan kir ku Çewlik jî di navê de danezana hilbijartinê hemû Tirkiyê digire nava xwe û dê vê hilbijartinê bi ekiba jinan rêvebibin. Beqanek AKP'ê li Çewlikê hebû. Hemû çavkaniyên madî ji bo şer dibin. Emê di vê hilbijartinê de ji bo gel çavkaniyên madiyên ji bo şer dibin û ferqîriya ser gel tê ferzkirin hemûyên ragihînin. Di danezanê de ser keda jinê ya di hindirê malê de jî hatiye rawestan. Em qala keda jinê ya di nava malê de dikin, mafê wanê civakîk, sîgorta û mafê teqawîtbûnê. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de HDP partiyek serketîbû. Em carekdin hilbijartin carekdin serketinê dixwazin. Bila alîkalîya HDP'ê bê kirin, werin em bi hev re mil bidin milê hev û tekoşînê mezin bikin."
(zt)