Selma Irmak: Roj roja berxwedanê ye
10:38
Sarya Gozuoglu / JINHA
AMED - Hevseroka KCD'ê Selma Irmak diyar kir ku pêk hatina komkujiyê di roja ku wê KCK'ê agirbest îlan bike xwidî wateyek cuda ye û wiha got: "Ev peyameke. Ev komkujî ji aliyê kesên ku dibêjin 'em ji agirbestê têr bûne' pêk hatî. Ev bersivek ji agirbestê re bû. Bi vê helwesta xwe dibêjin em agirbestê nasnakin û em ê xwîn birjînin. Ji ber ew bi xwîn rijandinê re mezin dibin."
Di encama êrîşa ku li hember mitînga aştî ya ku bi pêşengiya rêxistinên ked û pîşe ve li Enqerê hatî pêk anîn de 128 kes jiyana xwe ji dest da û 516 kes jî birîndar bûn. Komkujiya bixwîn a ku li navenda Enqerê di kortejê HDP'ê de pêk hatî, diyar dike ku konsepta şer ya AKP'ê ne tenê di sînorên herêmê Kurdistanê her wiha li dijî hemû alîgirên aştî û demokrasiyê wek peyame. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak komkujiyê nirxand û wiha got: "Bê guman ji bo me û tevahî gelan rojek reşe. Em gelek xemgînin. Em ji malbatan re sersaxî û ji bo birîndaran şîfayê dixwazin."
'Xwastin aştî û wekheviyê li navenda Tirkiyê qetil bikin'
Selma destnîşan kir ku hemû gotin bê wate mane û wiha got: "Çalakî bi armanca gelê Tirkiyê û Kurdistanê dengê xwe ji bo aştiyê bilind bikin pêk hatibû. Çalakiyek ji vê hîna bi ehlaq û wîjdantir tune bû. Dexwaza aştiyê li navenda Tirkiyê xwestin bikujin û tune bikin. Lê belê ev dexweza wan dê tu caran bi cih neyê." Selma her wiha da zanîn ku xwestin bi komkujiya Amed û Pîrsûsê HDP'ê berpirsyar bigrin û wiha domkir: "Ên ku li hember dexwaza aştiyê disekinin, komkujî pêk tînin û piştre dibêjin 'We 400 wekîl daba min wiha ne dibû' diyare. Ên ku van gotinan dikin qatîlin."
'Êdî komkujiya ku hêzên Gladyo pêk tînin nayê veşartin'
Selma bi lêvkir ku dewlet ji sala 90'an ve heya niha komkujî pêk tîne lê her dem vedişe û wiha pêde çû: "Êdî komkujiya ku hêzên Gladyo pêk tînin nayê veşartin. Dewlet bi xwe terorê pêk tîne. Berê komkujî bi destê saziyên dewletê dihatin pêk anîn, lê niha dewlet raste rast bi xwe van komkujiyan dike. Em vê yekê îro baş dizanin ku DAIŞ AKP'e ye û AKP'ê jî DAIŞ'e. Êdî ferqa wan ji hev nema. Ev hikûmet bi vî aweyî nikare me bi rêve bibe. Bi zîhniyeta tundî û komkujî êdî nayê pejrandin. Êdî bi tu aweyî nikare nûnertiya gelan bike."
'Roj roja berxwedanê ye'
Selma bang li tevahî gel kir û wiha berdewam kir: "Ji bo ku em birînên xwe bipêçin, pêşiyê êrîşên qirêj bigrin û dev ji dexwezên xwe yên aştiyê bernedin divê em hêzê xwe bikin yek. Roj roja berxwedanê ye. Îro roja yekîtî û xwedî li hev derketinê ye." Selam destnîşan kir ku eger berxwedanî pêk neyê dê hemû gel di komkujiyan re bên derbas kirin û wiha got: "Ji bo em pêşî li komkujiyan bigrin divê em rabin ser piyan. Eger em niha bê deng bibin dê dengê me heya dawî bê birîn û em ê bimrin. Ji ber vê banga me ji gel re ew e ku dexwazên xwe ên aştî bînin ziman. Ne tenê rojek heyan ku ev hikûmet ji desthilatdariyê bê êxistin û demokrasî pêk were divê çalakî û berxwedana me bidome."
'Komkujî, ji aliyê kesên ku dibêjin em ji agirbestê têrin hat kirin'
Selma anî ziman ku pêk hatina komkujiyê di roja ku wê KCK'ê agirbest îlan bike xwedî wateyek cuda ye û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ev peyameke. Ev komkujî ji aliyê kesên ku dibêjin 'em ji agirbestê têr bûne' pêk hatî. Ev bersivek ji agirbestê re bû. Bi vê helwesta xwe dibêjin em agirbestê nasnakin û em ê xwîn birjînin. Ji ber ew bi xwîn rijandinê re mezin dibin. Lê belê em xwedî li îlankirina agirbestê derdikevin û piştgirî didin. Em helwestek dilpakî dibînin. Êdî dema siyaset, gel û dora meye. Niha em jî xwedî li vê bangawaziyê û dexwazê derdikevin."
(rc)