Jinên Erdîşê: Li hemberî terora AKP'ê bibin yek
09:15
Vîldan Atmaca/ JINHA
WAN - Jinên Erdîşê bertek nîşanî binçavkirina sê jinên hilbijartî ên siyasetvan dan û çalakiyê xwe li ber emniyetê didomînin. Ji jinan Fîlîz Îşler destnîşan kir ku bi binçavkirin û operasyonan ew ê nekaribin gelê Kurd bitirsînin û wiha got: "Zîhniyetên ku ji hêz û biryarê Kurdan tehmûl nakin, dixwazin bi qetilkirinê bi ser bixin. Banga min ji tevahî gelê Kurd ew e ku, li dijî terora AKP'ê yekîtiya xwe mezin bikin û dawî li dîktatoriya wî bînin."
Li navçeya Erdîş a Wanê piştî îlankirina rêveberiyên xweser, Hevseroka Navçeya HDP'e ya Erdîş Seval Çadirci, Hevşaredara Erdîşê Dîba Kesîn û endama Meclîsa Şaredariyê Gûler Avci hatin binçavkirin. Piştî binçavkirinê siyasetvanên jin birin Emniyeta Mudîriyeta Navçeya Erdîşê. Bi hezaran welatî piştî binçavkirina siyasetvanên jin li ber emniyetê hatin ba hev. Jinên ku li ber emniyetê kom bibûn bertekên xwe anîn ziman û banga xwedî derketina li vîna xwe li welatiyên Erdîşê kirin.
'Vîna gel tune dihesibînin'
Ji jinan Nefîse Alkan destnîşan kir ku kiryarên li dijî gelê Kurd pêk tînin girêdanê wê bi tu adelet û hiquqî nîne û bi lêvkir ku dixwazin bi binçavkirin û girtinan gelê Kurd bitirsînin. Nefîse bertekê xwe wiha anî ziman: "Binçavkirinên ku pêk tînin dervî hiquqê ye û bê adeletî li holê tê jiyan kirin. Niha li Kurdistanê bi hezaran jinên hilbijêr ên wek Dîba Keskîn tên girtin. Girtinên bi vî rengî ne bi edelete. Erkdarê Emniyetê û hikûmeta AKP'ê bi helwestên xwe ên keyfî difikirin ku me bitirsînin." Nefîse da zanîn ku gelê Kurd rastî ferasetê ku vîna wan nasnake tên û wiha domkir: "Bi girtinan vîna gel tune dihesibînin. Vîna gel bi erdê ve dikin yek. Me wek gel jî tune dihesibîne. Dewlet li aliyek dixwaze bikeve Yekîtiya Ewropa yê û li aliyê din mafê gel û vîna wî tune dihesibîne."
'Komkujî AKP'ê û Serokomar ji bo berjiwandiyên xwe ên kesayetî dikin'
Nefîse anî ziman ku êdî bendewariyê gelê Kurd ji dewletê nemaye û wiha berdewam kir: "Dewleta Tirkiyê û hikûmeta AKP'ê me tune dihesibîne û qetil dike. Kiryarên AKP'ê û dewletê ya li hember me hemû cîhan dibîne. Mixabin tenê ji bo berjiwandiyên xwe ên kesayetî û qesrê mirovan qetil dikin û dixwazin vê yekê bidin qebûl kirin. Êdî sedemê êrîşan tenê berjiwandiyê kesayetiye. Bi qetilkirina mirovan ev desthilatdarî nayê qebûl kirin. Em di bin alê Tirkiyê dijîn û rêz nîşan didin. Me jî xwîn ji bo wê alê rijandiye. Lê her dixwazin yekîtiyê gel xirab bikin û perçe bikin. Em kiryarê hikûmeta AKP'ê û serokomar şermezar dikin. Divê hemû cîhan bê mafiyê ku li dijî Kurdan pêk tê bibînin."
'Rêveberiya xweser mafek xwezayi ye'
Nefîse diyar kir ku, ji bo dawî li bê edeletiyê heyî were ew ê wek jin têkoşîna xwe mezin bikin û wiha got: "Ji bo zalimên ku van kiryaran pêk tînin werin ceza kirin tiştê ji destê me tê em ê bikin. Ez bang li kesên ku derdikevin televîzyonê û dibêjin Komara Tirkiyê welatek demokratîke dikim. Ka welatê demokratîk a ku hûn behsê dikin. Ma qey tenê hikûmeta AKP'ê demokrasiyê dixe jiyanê. Rêveberê xweser mafek xwezayi ye. Li welatên ku demokrasiyê nasdike ev dexwazek raweye ji bo parastinê."
'Ew ê bi sernekevin'
Ji jinên Erdîşê Fîlîz Îşler jî wiha got: "Zîhniyetên ku ji hêz û biryarê Kurdan tehmûl nakin, dixwazin bi qetilkirinê bi ser bixin. Bila baş bizanibin êdî ew çi jî bikin dê bi sernekevin. Gelê me jî divê bi vîna xwe parastina xwe bikin. Banga min ji tevahî gelê Kurd re ew e ku, li dijî terora AKP'ê yekîtiya xwe mezin bikin û dawî li dîktatoriya wî bînin. Êdî ewqas xwîn bese, divê gel xwînmêjan tevî qoltiqê wan ji welat biqiwtînin."
'Em bi hezaran bimrin bi sedehezaran avadibin'
Fatma Serhat jî got gelê sivîl êdî ji aliyê polîsan ve bi hêsanî tên qetilkirin û balkişand ku hikûmeta AKP'ê her cureyê şîdet û zilm ji gel re rewa dibîne Fatma bi lêvkir ku li dijî hemû êrîşan Kurd cardin aştî dixwaze û wiha got: "Wek jin me zarokê xwe fedayê vê têkoşînê kiriye. Ên ku ji komkujiyê bitirsin ew bi xwe ne. Bi salane em tên qetil kirin û hewldidin me ji holê rakin. Her çiqas hewldan me tune bikin em ewqas mezin bûn. Em bi hezaran bimrin jî bi sedehezaran avadibin û têdikoşin."
Fatma di dawiyê de wiha got: "Eger yek êrîş bir ser we hûn jî neçarin parastina xwe bikin. Ya ku em dikin eve. Me li dijî şîdeta dewlet û polîsan rêveberiya xweser îlan kir û em ê parastina xwe bidomînin."
(rc)