'Wek jin tenê em dikarin bi HDP'ê re dengê xwe bilind bikin'

11:40

Filiz Zeyrek/JINHA

EDENE - Namzeta Parlementera HDP'ê ya Edene Derya Nar Çîçek da zanîn ku ji ber HDP'ê bi giranî cih dide têkoşîna jin û gelek nasname ew cihê xwe girtiye û wiha got: "Wek jinek di wê baweriyê de me ku tenê partiya ku ez bikaribim dengê xwe têde bilind bikim HDP'ê ye. Ji ber vê baweriya xwe ez cihê xwe di nava HDP'ê de digrim."

Namezeta Parlementera HDP'ê ya Edene Derya Nar Çîçek diyar kir ku HDP'ê ji ber gelek ziman, reng û çand di nava xwe de hildigre di warê siyasetê de jî xwedî cihek girînge û wiha got, "Di hilbijartina 7'ê Hezîranê de gel tola xwe ji AKP'ê girt. AKP'ê encama hilbijartinê hezim nekir û piştî wê di 24'ê Tîrmehê de li tevahî welat konsepta şer xist dewrê û xwest li welat aloziyên mezin derxe. Vê carê AKP'ê dixwaze tirs bixe dilê gel da ku deng bigre."

'Ji ber 400 wekîl bidest nexist şer da despêkirin'

Derya gotinê Serokomar Tayyîp Erdogan ya 'Eger we 400 wekîl daba wê wiha neba' bi bîrxist û wiha got: "Ji bo hilbijartina 1'ê Mijdarê me dest bi amedekariyên xwe kiriye û ti hêz wê nekaribe pêşiya me bibe asteng. Vê carê ne 80 wekîl em ê 100 wekîl, 110 wekîl li meclîsê bin. Berxwedan û hêzê me wê zêdetir bibe û di 1'ê Mijdarê de em ê bi hêztir cihê xwe di meclîsê de bigirin. Ji ber şer gelek wendahî pêk hatin, ji bo başkirina rewşê civakê bêy guman divê em ked bidin." Derya behsa ketilkirina 22 sivîlên li Cizîrê kir û wiha got: "Ev çav kûriye. Serokomar û Serokwezîr xwe jî dixapînin û dixwazin gel jî bi vê yekê bidin bawer kirin. Lê em li her derê dibêjin em ê aştiyê bînin vî welatî."

'Sandoqan bibin kur bila bibin ew gel bi vîna xwe dê dengê xwe bide'

Derya destnîşan kir ku weke hilbijartina borî hilbijartina 1'ê mijdarê jî hêvî dide û wiha pêde çû: "Li hember hemû xirabiyan em ê bi serkevin. Em ê baş bixebitin û di meclîsê de cih bigrin. Namezetên Parlementerî ên HDP'ê ya Edene û rêveberiya koordînasyonê piştî danezan hat eşkere kirin me lezgînî da xebatên xwe. Niha erkdarên sendoqan û lîsteyên me ên amede hene. Kedek mezin heye ji ber parastina sendoqan di demek wiha de gelek girînge. Wek tê zanîn li gelek herêm biryarê barkirina sendoqan hatî dayîn, di serî de Êlih, Cizîr û Colemêrgê. Dixwazin bi vê yekê dengê gel bişkînin. Lê divê baş were zanîn sendoqan dibin kur bila bibin gelê me dê biçin û dengê xwe ji bo HDP'ê bide."

'Malbata min cara yekeme dengê xwe dide partiyek cuda, ev helwest bandor li derdor jî kir'

Derya sedema hebûna xwe di nava HDP'ê de wiha vegot: "Dema ji xwe diprisim çima HDP'ê, bersiva wê ji ber HDP'ê partiyê jinê ye, ji bo maf, azadî û wekheviyê ye tê bîra min. Dema ku min partî da nasîn rastî bertekan ne hatim û erênî pêşwazî kir her kes. Ruxmî em xwedî çanda Tirk û Sunîne jî divê em yekîtiya çandan avabikin. Ji ber vê hewirdora min bertek nîşanî min neda. Malbata min nêzî 50'î sale di nava CHP'ê de xebat dide meşandin. Lê pîştî min bi wan da nasîn nêrînê wan hatiye guhertin. Malbata min cara yekeme dengê xwe dide partiyek cuda, ev helwest bandor li derdor jî di warê erînî de kir."

'Em li kur dibin bila bibin em ê xwedî li sendoqên xwe derên'

Derya diyar kir ku ew ê weke 7'ê Hezîranê xwedî li sendoqan derên û wiha got: "Em hemû gelê xwe di 1'ê Mijdarê de dewetê parastina sendoqan dikin. Gelê me got sendoq barbikin kur jî ew ê xwedî lê derên. Êdî muşahît û erkdarê sendoqan dikarin derbasî ser xebatê xwe bibin, ji ber ev hilbijartin ji bo me xwedî girîngiyek mezine."

(rc)