Arife Çınar: Emê desturê nedin saltanatê mêrekê

09:05

JINHA

STENBOL - Namzeta Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Arife Çınar, diyar kir ku AKP û Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi konsepta şer tevdigerin û got: "Armanca Serokomar weke em hemû dizanin avakirina saltanantê mêrekê ye."

Bi tayîbetî li Kurdistanê bi qirkirinên sivîlan li gelek deveran can digirin. Li hember êrîşan gelê Kurdistanê parastina cewherî pêşdixin. Di dawiyê de li Enqerê bi qirkirina ku têde 97 sivîlan jiyana xwe jidest dayî de diyar bû ku dixwazin hilbijartinek bixwîn pêktînin. Namzeta Parlementera HDP'ê ya Herêma 1'emîn a Stenbolê arife Çinar da zanîn ku xwerêveberiya gelan desthilatiyê nerihet dike. Arife destnîşan kir ku polîtîkaya şerê AKP birêve dibe weke "polîtîkaya Erdogan" tê navkirin li ser wê polîtîkaya şer AKP û Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi giştî bi konsepta şer tevdigerin.

'Polîtîkaya şer polîtîkaya Erdogane'

Arife anî ziman ku di nava konsepta şer de bêyî cudakirina jin zarok, kal û pîran hikumeta AKP'ê li ser hemû gel polîtîkaya qirkirinê didin meşandin. Arife bilêv kir ku rêveberiya cewherî di cîhanê de ne carayekeme, lê dema ku gelê kurd dixwaze bi xwe xwe rêve bibe hêzên dewletê bi çekan êrîş dikin. Arife da zanîn ku tehmûla wan li hemberî rêveberiya cewherî tineye û wiha domand: "Li hemberî rêveberiya cewherî ji bo ku her tiştî têxe dibin deshilatiya xwe de jin, zarok, kal û pîran ji hev cuda nake êrîşî her kesê dike. Sedema vê jî weke em hemû dizanin ji bo saltanata mêrekê dike."

Arife derbirî ku tuzika Partiya Demokratîka Herêman (DBP) ê de xwe rêvebirina gelan heye. Arife anî ziman ku divê pêşî li îlana rêveberiya cewherî bê vekirin û wiha berdewam kir: "Dema ku gel dixwazin xwe bi xwe rêve bibin, li hemberî wan çek tên karanîn. Lê ev daxwazên gel ji bo demekê nîne, demdirêje, ji bo wê jî divê pêşî lê bê vekirin."

(zt)