Çimen Işık: Dewlet dixwaze bi girtina hevserokan me çavtirsandî bike
09:13
JINHA
AMED - Di nava 57 rojên derbasbûn de bi dehan hevşaredar hatin binçavkirin û ji wan 17 kes hatin girtin. Hevseroka Yekitiya Rêveberên Herîmî yê Demokratîk Çîmen Işik da zanîn ku êrîşa li hemberî hilbijêran nayê qebûlkirin û got ku armanca van operasyonên qirkirina siyasî ew e ku "xwerêvebirinê" vala derbixin û çavtirsînê çêbikin.
Planên şer ku ji aliyê hikûmeta ji bo demekî ya AKP'ê û Serokomar Tayip Erdogan ve tê meşandin, li navendên ku "Xwerêvebirin" tên îlankirin di bin navê "derketina derva qedexe ye" de dest bi êrîşên fîzîkî dikin. Dewlet û îktidara siyasî ku li hemberî vê yekê tehemûl nake, êrîşa fîzîkî û siyasî pêk tîne. Li aliyê din jî hevşaredarên ku vîna gel in dixe bin çavan û wan digirin. Ji 18'ê Tebexê heta niha di ser îlanên "Xwerêvebirinê" ku li Şirnex û navçeyên wê dest pê kir û 57 roj derbas bû ye û heta niha 17 hevşaredar hatine girtin. Li gel wê 2 endamên giştî yên navendê, bi dehan xebatkarên şaredariyê û gelek endamên meclisên şaredariyê hatin binçavkirin.
Li Kurdistanê piştî îlankirina "Xwerêvebirinê" yekem li Şirnex, pişt re Amed, Colêmerg û li Wanê ji 18'ê Tebexê heta niha di bin navê operasyonê qirkirina siyasî de hevserokên hatine girtin navê wan viha ne: "Hevşaredarên Surê Seyid Narin û Fatma Şık Barut, Hevşaredara Farqînê Yuksel Bodakçı, Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya, Hevşaredara Ertemêtan Sevil Rojbin Çetin, Hevşaredarê Licê Harun Erkuş, Hevşaredarên Colemêrgê Nurullah Çiftçi û Dilek Hatipoglu, Hevşaredara Qelqeli yê Handan Bagcı, Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel, Hevşaredarên Îkîkopru Osman Karabulut û Hidayet Tiryaki, Hevşaredarê Qubînê Mustafa Ozturk, Hevşaredara Îdîrê Şaziye Onder, Hevşaredarê Tuzluca yê Mehmet Gultekin, Hevşaredarê Hoşhaber Ali Çam û Hevşaredara Erdîşê Diba Keskin e."
'Ji bo çavtirsînê çêbikin'
Hevseroka Yekitiya Rêveberên Herîmî yê Demokratîk Çîmen Işik da zanîn ku êrîşa li hemberî hilbijêran nayê qebûlkirin û got ku armanca van operasyonên qirkirina siyasî ew e ku "xwerêvebirinê" vala derbixin û çavtirsînê çêbikin. Çîmen, operasyona qirkirina siyasiya 2009 bi bîr xist û wiha got: Vîna gel nayê naskirin bi girtinên hevserokan eşkere dibe." Çîmen anî ziman ku ewê bi biryara û xebata "Xwerêvebirinê" berdewam bikin, di vî warî de binçavkirin, girtin û qetilkirin wan çavtirsandî nake û got; "Em ê têkoşînê berdewam bikin. Em ê pergala xwe bi xwe ava bikin. Em ê hemû xebatên xwe yên di vî warî de berdewam bikin."
(ha/zt)