Çaglar Demirel: Dê berpirsiyar yek bi yek bên darezandin
09:12
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED - Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel diyar kir ku AKP'ê li hember hemû gelên li Tirkiyê aştiyê dixwazin polîtîkaya qirkirinê daye despêkirin. Çaglar da zanîn ku ji ber eşqa xwe ya îktidarê darbe li aştiyê dan û dê berpirsên şerxwaz yek bi yek bên darezandin.
Hikumeta AKP'ê ya ku di 7'ê Hezîranê de deshilatiya xwe ya 13 salan windakirî ji bo întiqamgirtinê li hemberî gel şer daye despêkirin. Li aliyekê bi konsepta şer qedexeya derketina kolanan didin, qirkirinên sivîlan dikin, operasonên qirkirina siyasî berdewam dikin, li aliyê dinê jî qirkirina herî bixwîn jî li ser gelên li Tirkiyê aştiyê dixwazin dikin. Di encama qirkirinên bixwîn ên li Amed, Pirsus û Enqerê hatin kirin de 150 kesan jiyana xwe jidest dan, bi sedan kes jî ji deverên cuda cuda yên bedena xwe birîndar bûn. Li hemberî qirkirinan her diçe bertek bilind dibe. Parlementera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel jî pêvajo nirxand.
'Daxwazên aştiyê di nava xwînê de hêlan'
Çaglar komkujiya Pirsusê bibîrxist û got: "Mitînga aştiyê ya Enqerê carekdin vegerandin gola xwînê. Divê ev baş bê tehlîlkirin û zanîn. Ev qirkirin ji ber eşqa sarayê ya deshilatiyê ser aştiyê kirin. AKP mediyayê bikar tîne û bi her awayî qirkirinan dike. Em di ferqa her tiştî denin. Dê ev deshilatî piştî 1'ê Mijdarê bikeve."
'Bombakirina goristanan nayê pejirandin'
Çaglar destînşan kir ku bi tecrîda ser Rêberê KPP'ê Abdullah Ocalan û tine hesibandina deklarasyona Dolmabahçeyê baş tê zanîn berê pêvajoyê ber bi ku de dibin. Çaglar bilêv kir ku li hember şerê topyekun gelê kurd topyekun aştî daye despêkirin û wiha domand: "Bombakirina goristanên şehîdên xeta sor a kurdane nayê pejirandin. Li bajaran, qirkirin, girtin û îskence berdewam dike. Gelê li hember tindiya serî naçemînin dibêjin: 'Emê bi xwe xwe, bajarê xwe û taxên xwe rêve bibin.' Ji bo ji terora polîsan re bêjin bese gel li hemberî êrîşan rêveberiya xwe îlan dikin. Piştî îlana rêveberiyan pîlanên qirkirinê xistin dewrê."
'Yên bomba teqandin kîne, yên Hêlîn jî qetilkirin ewin'
Çaglar anî ziman ku dema hikumeta AKP'ê dibîne dê di 1'ê Mijdarê de jî nikare bigihe armanca xwe vêcarê ekîbên ji kontreyan pêktê xistine dewrê û wiha berdewam kir: "Di roja KCK'ê bêçalakî îlan kirin de komkujiya Enqerê kirin. Ev bomba nîşaneya 'Di aştî û wekheviyê de em nînin ne.' Ev gel vê na pejirîne. Em dizanin dibin navê îslamê de ekîbek a kontrayê amade kirine. Yên li Enqerê bomba teqandin kîne, yên li Surê Hêlîn qetilkirin ewin. Ev bi destê dewletê hatiye kirin û emê pêşiya wê bernedin."
'Dê birpirs yek bi yek bên darezandin'
Çaglar derbirî ku heya demokrasiyê neyînin Tirkiyê dê dest ji tekoşînê bernedin, di serî de Serokomar jî di navê de dê berpirsên komkujiyan yek bi yek bên darezandin. Çaglar anî destnîşan kir ku dê mafê qirkirinên li Farqîn, Cizîr, Nisêbîn, Sur, Pirsus û Enqerê hatine kirin bipirsin û wiha dom kir: "Li Surê yek jê zarok 3 welatiyên me qetilkirin, rakirina nexweşxanê asteng kirin. Tindî li me kirin û paşê jî abulans ketin nava taxan. Hun nikarin Surê ji Rezan veqetînin. Gelê Surê û Rezanê xizmin. Dema ku hun hewil bidin wan ji hev veqetînin hunê li hemberî xwe berxwedana gel bibînin. Ev gel desturê nade hun qirkirinê bikin. Dê desturê nede hun zarokên wan, xizmên wan û hevalên wan qetilbikin."
(zt)