Şiyarbe Tirkiye rastiyan bibîne...

09:58

JINHA

STENBOL - Jinên ku lîstokên xwe di aliyê hêvî û aştiyê de dixebitînin gotin; "Çima em ji bo HDP'ê hêvî dibêjin? Ji ber ku niha li hember hemû bêmafî û tarîtiyan ruyê HDP'ê yê sipî disekine."

Akademisyen, xwendekar û hunermendên ku beşdarî banga HDP'ê ya bi înad aştî bi înad HDP a ji bo 1'ê Mijdarê bûn dest bi kampaniyeya 'Deng ji bo hêviyê' kirin. Yên kampaniyayê birêve dibin bang li jin û hemû welatiyan kirin ku deng bidin HDP'ê û gotin: "Em duh bi hêvîbûn, îro hêvîdarin û sibê jî emê hêviya xwe berdewam bikin. Duh em bi serketin, îro em biserdikevin û emê di 1'ê Mijdarê de jî biserkevin." Jinên ku dengê xwe di aliyê hêviyê de dixebitînin, ji bo aramî û wekheviya Tirkiyê deng didin HDP'ê dan zanîn ku heya pirsgirêka kurdan çaresernebe Tirkiye jî demokratîk nabe.

'Ji bo Tirkiyeyek aram dengê min ji HDP'ê re'

Hunermend Zeynep Tanbay destnîşan kir ku di hilbijartinê de wê dengê xwe di aliyê siyaseta kurdan de bikaraniye û wiha domand: "Heya ku pirsgirêka kurdan çaresernebe ticarî Tirkiye nabe welatek demokrat, bi hiquqî û wekhev. Tirkiye ne ewlatek arame. Ji bo wê min dengê xwe daye HDP'ê." Zeynep bilêv kir ku ji dema Hevserokê HDP'ê yê Giştî Selahattin Demirtaş namzetiya xwe daniye heya niha siyaseta Tirkiyê şêweyek nû girtiye û wiha berdewam kir: "Ji ber ku Selahattin Demirtaş li Tirkiyê dest bi siyasetek a kesê nedîtiye kiriye. Ev siyaset çiye? Diristî, jidilbûn û qala rastiya demokrasiyê kirin, hem qala vana dike û hem jî bi rastî ji dil dike. Destê xwe dixe binber û bi rastî tekoşînê dike. Niha li Tirkiyê ji derveyî Selahattin Demirtaş kesekdin ê wiha siyasetê bike nîne."

'Tirkiye şiyar bibe rastiyan bibîne...'

Zeynep anî ziman ku ji dema hilbijartina Serokomariyê heya niha HDP bûye hêvî û wiha dom kir: "Em çima dibêjin hêvî? Ji ber ku niha li hember hemû bêmafî û tarîtiyan ruyê HDP'ê yê sipî disekine." Zeynep bang li hemû gelan kir ku hemû binhişiyên xwe yên nerênî hilweşînin û wiha pêde çu: "De pêwîset hun ji mediyaya alîgir bawerbikin. Bi saya mediyaya civakî em tiştên ku li Gimgimê bi serê Ekin Wan hatî hîn bûn. Bi saya mediyaya civakî em hînbûn ku cenazê Haci Lokman Birlik bi erdê ve kaş kirine. Ger mediyaya civakî nebana Tirkiye tiştek ji vana hîn nedibû. Ji bo wê ye ez dibêjim Tirkiye şiyar bibe. Rabe rastiyan binêre û li rastiyan bigere."

'Ji ber ku ji derveyî HDP'ê ti partiyên dinê nîne'

Xwendekara Ermenî Îdil Ugut jî hemû xwenekar dawetî dengdana HDP'ê kir û got: "Ji bo me cihê jiyanê herî zêde kampusin. Ji bo ku di serî de li wan deveran û li ti deverên dinê mirov ji ber kurdin, ermenîne û rumin weke yên dinê neyên dîtin. Astengkirina van hemû newekheviyan rêxistin û HDP ye." Îdil bilêv kir ku tenê HDP dikare hişmendiya AKP'ê ya tekane asteng bike û wiha dom kir: "Her kes dikarin bên em bi hev re xebatên hilbijartinê bikin û standan vekin. Her kesên ku dibêjin dengê me ji bo hêviyê emê li hev hayîdar bibin û li deverên cuda standan vekin û hewilbidin xwe bigihînin girseyek hîn mezintir. Dema ku bêjin çima HDP ji ber ku ji derveyî wê di meclisê de ti partiyên dinê yên wekheviya gelan û azadiya gelan biparêzin nîne. Ji bo ru bi ru bûna qirkirina ermeniyan em helwesta partiyên dinê dizanin. Ji bo wê jî ez banga deng ji bo HDP'ê dikim."

(zt)