Jinên Rojava: Berpirsê yekem a komkujiyê hikûmeta AKP'ê ye

10:56

Şevîn Şervan/ JINHA

QAMIŞLO - Hevseroka bajarê Qamişlo ya PYD'ê Beşîre Dervîş derbarê komkujiya Enqerê de nirxandin kir û got: "Komkujî çawan pêk hatî, kî kiriye divê dewleta Tirk zelal bike. Berpirsê yekem a komkujiyê hikûmeta AKP'ê ye."

Hevseroka bajarê Qamişlo ya PYD'ê Beşîre Dervîş derbarê komkujiya Enqerê de nirxandin kir û ji ber komkujiya ku pêk hatî hikûmeta AKP'ê şermezar kir. Beşîre got: "Em li ber şehîdên komkujiyê bejna xwe bi rêz ditewînin û ji bo birîndaran şîfayê lezgîn dixwazin. Komkujî bi destê kê û çawan pêk hatî hîna dewleta Tirk zelal nekiriye. Berpirsê yekem a komkujiya ku di mitîngê de pêk hatî hikûmeta AKP'ê ye."

'Em bi rihê gerim a şoreşa Rojava gelê Tirkiyê hemêz dikin'

Beşîre diyar kir ku ew serhildan û berxwedana gelê Tirkiyê pîroz dikin û wiha domkir: "Em bi rihê gerim a şoreşa Rojava gelê Tirkiyê hemêz dikin û piştgirî didin berxwedana wan. Çawan li Rojava Xweseriya Demokratîk hat îlan kirin wê li Tirkiyê jî bê îlan kirin, hêviya me mezin e."

'Eger yekîtiya gelan hebe çima ev komkujî?'

Wezîrê Karûbarê Oldariyê ya Kantona Cizîrê Muhammet Kadrî wiha qala komkujiyê kir: "Ji bo avakirina mirovahiyê, hev nasbikin û piştgirî bidin hev. Xweda naxweze em hev tune bikin û xwînê birjînin. Rewşa herî giran jî ew e ku dewlet bi hemû hêzê xwe Îslamiyetê bikartîne. Eger yekîtiya gelan hebe çima ev komkujî? Ên ku vê komkujiyê pêk tînin armanca wan desthilatdariye."

'Di Îslamiyetê de cîhan dane ber agir û mirov qetilkirin nîne'

Muhammet destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê bin navê Mislimantiyê de dîroka qirêj dibare dike û wiha domkir: "Di Îslamiyetê de cîhan dane ber agir û mirov qetilkirin nîne. Her tiştê ku dilê me ronîbike em qirêj dikin, lê Îslamiyet tê wateyê aştî û selamet ê. Komkujiya ku ji aliyê Tirkan ve pêk tê xwedê jî napejrîne. Ên ku van komkujiyana pêk tînin, wê bên darizandin. Hemû alîgirên aştiyê ez serkeftinê ji wan re dixwazim."

'Komkujiya Enqerê bi zanabûn û plankirî pêk hat'

Ji Saziyê parastina Gel û Yekîtiyê (SYPG) Zerya Nîvana da zanîn ku komkujiya Enqerê bi zanabûn û plankirî pêk hatî û wiha got: "Planeke ku gelê Kurd tune bikine. Saziyê ku îro me vekirinê wê kir, ji bo gelê bindeste. Em komkujiyê şermezar dikin."

(rc)