Figen Yuksekdag bi karkerên çandiniyê re hat bahev
14:52
JINHA
EDENE - Hevseroka Giştiya HDP'ê Figen Yuksekdag û Namzeta Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş bi karkerên çandiniyê re hatin bahev li pirsgirêkên wan guhdarî kirin û bi wan re kar kirin.
Hevseroka Giştiya HDP'ê Figen Yuksekdag û Namzeta Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş li bajaroka Tuzla a Karataşê karkerên çandiniyê ziyaret kirin. Figen û Meral di nava zeviyê de bi karkeran re îsot û portakal berhev kirin. Figen diyar kir ku di bernama xebatên hilbijartinê de karkerên çandiniyê di siraya despêkê de cîh digirin û dê di meclisê de ji bo karkeran tekoşînê bikin. Figen û Meral Şirnexiyên di salên 90'an de ji warê xwe koçkirîn û li gundê Karagoçerê bicîhbûne jî ziyaret kirin li gel karkeran di nava zeviyan de geriyan û bûn mêvanê sufreya karkeran.
Figen li Tirkiyê zêdebûna qezayên tirafîkê yên karkeran bibîrxist û wiha berdewam kir: "Ji bo têgihiştina pirsgirêkên karkeran pêdivî pênîne bên li vêderê bi karkeran re îsotan biçinin, ji ber ku li her devera Tirkiyê pirsgirêkên karkeran hemanin." Figen bilêv kir ku karker di şertên zor dibin konan de dijîn, ewê di xebata xwe ya hilbijartinê de cihê herî sereke bidin pirsgirêkên karkeran.
Karkerên ku HDP'ê pêre hevdîtin kirin jî dan zanîn ku ew kedek mezin didin lê berhemê keda xwe nagirin.
(zt)