Mûnîra Osman Alî: Me nekarî li başûr hevgirtina jinan pêk bînin
13:49
Şengar Bradost - Newroz Dijwar/JINHA
SILEMANÎ - Parlementera Tevgera Goran Mûnîra Osman Alî destnîşan kir ku parlementerên siyasî ên jin dervî partiyê xwe dernayên û got, "Wek jinên parlmenter di çareseriya pirsgirêkê herêmê de me pêşengî nekir. Di vê mijarê de helwestek me ya hevgirtî pêşneket. Ji ber tu parlementerên jin dervî sînorê partiyê xwe dernayên."
Parlementera Tevgera Goran Mûnîra Osman Alî aloziya siyasî û aborî ya Herêma Federala Kurdistnê nirxand û diyar kir ku di çareseriya aloziyê de erkek mezin dikeve ser milên parlementerên jin. Mûnîra destnîşan kir ku parlementerên jin heya niha di bin sîwanek de li hev ne civîne û wiha got: "Yek ji me dervî partiyê xwe dernayê. Di serî de ez jî wiha me. Bi sayê vê nûçeyê ez dixwazim rexnedayînê xwe jî bidim. Me dikarî wek parlementerên jin, pêşengiya çareseriyê aloziyên li herêmê kiriba."
'Birîna butçeyê bu sedema aloziya seroktiyê'
Mûnîra anî ziman ku piştî hikûmeta Baxdayê butçeya ji sedî 17'e li ser Herêma Federala Kurdistanê birî aloziyên aborî derketiye pêş û her wiha got ji ber pirsgirêkê seroktî li herêmê ne hat çareserkirin di warê siyasetê de jî alozî pêşket. Mûnîra wiha got: "Di sala 2013'an de hikûmeta Baxdayê û hikûmeta herêmê li ser firotina petrolê ji derve re li hev nekirin. Ev bu sedema alozî û piştî wê hikûmeta Baxdayê butçeyê ku dişand herêmê birî. Ne dayîna butçeyê bu sedema pirsgirêkên aborî û gelek pirsgirêkên din. Hikûmeta Herêmê dibêje divê petrol di bin çavdariya min de bê firotin. Lê pereyên ku ji firotina petrolê qezenç dike, ji bo gelê herêmê bikar nayîne. Ev 4 mehin karmend mehaniyê xwe nastînin."
Mûnîra destnîşan kir ku pirsgirêkê herî girîng a din jî seroktiye û got: "Di 19'ê Tebaxê de dema seroktî ya herêmê tejî bû. Ji xwe 2 salin bi rêyên dervî zagonê erkê Barzanî hatî dirêj kirin û di seroktiyê de îsrar dike. Di Parlamentoyê de gelek partî ji bo seroktiyê pêşniyar pêşxistin, lê belê hîna ev alozî ne hatî çareser kirin."
'Li gorî zagonê niha herêm bê seroke'
Mûnîra da zanîn ku ji bo pisgirêkê seroktiyê, 4 partiyên siyasî pêşniyarên zagonî pêşxistine lê ji ber helwesta KDP'ê ew li ser zagonan nîqaş nekirine. Mûnîra got: "Di Hezîranê de li parlamentoyê me li ser vê mijarê nîqaş kir. Komîsyona Hiquqê ya parlamento yê raporek amede kir. Wek 4 partiyên siyasî me dixwast ev pirsgirêk çareser bibe."
'Em rastî tehdît û heqeretên KDP'ê hatin'
Mûnîra wiha berdewam kir: "Komîsyona Huquqê ya parlamentoyê dema ku roja seroktî bi dawî bû pêşniyarê xwe pêşkêş kir, KDP'ê helwestek dijwar nîşan da û ew roj amede nebû. Parlementer danişînê protesto kirin. Piştî vê parlementerên jin û mêr ji çar alî ve rastî tehdît û heqeretên KDP'ê hatin. Ev alozî mezin bû û carek din bi aweyek zagonî li parlamentoyê em rûneniştin. Ji ber vê parlamento kete valatiyê. Di rewşê heyî de li herêma Başûrê Kurdistanê serok tune ye."
'Derdê KDP'ê ne berjiwandiya gele, desthilatdariya malbata Barzanî ye'
Mûnîra destnîşan kir ku asayîşên KDP'ê destûr nedane serokê meclîsa Goran û parlementer bikevin meclîsê û got pergalek wiha a siyastê li cihek din nayê dîtin. Mûnîra anî ziman ku 4 wezîr ji erk hatî durxisin û helwesta KDP'ê wek 'darbeya leşkerî' bi navkir. Mûnîra got: "Wezîrê KDP'ê xwast ku wezîrên Goran ji erk dur bikevin. Ev darbeyek leşkeriye. Ji vê helwestê em dikarin bêjin ku li herêm û parlamentoyê darbeyê leşkerî heye." Mûnîra anî ziman ku KDP'ê dagirkeriyê xwe ya sala 1996'an didomîne.
Mûnîra anî ziman ku di Tebaxa 1996'an de wesayîtê leşkerî anîne parlamentoyê û wiha pêde çû: "Barzanî û malbata wî dixwazin bibin xwediyê her çar aliyê Kurdistanê. Dixwazin Kurd serê xwe ji wan re bitewînin. Zîhniyetê xwe bi zorê dixwaze bide pejrandin. KDP'ê divê ji kiryarên xwe ên derbasbûyî şerim bike lê mixabin şerim nake. Aliyê komîk û trajîk ya KDP'ê jî her dem ên beramberî xwe suçdar dîtine."
Mûnîra bi lêvkir ku KDP'ê di 24 sal a desthilatdariyê xwe bi tevgerên Îsamî, PKK û YNK'ê re şerê navxwî pêşxistiye û got: "Di sala 2009'an de tu bê bextî nema ku li tevgera Goran nekirî. Destûr nade serokê parlamentoyê bikeve Hewlêrê, ew bi xwe li wir ji sedî 34 deng girtiye. Wê demê 68 dengên ku ji partiyên din re biçe dê çi bibe. KDP'ê dixwaze bi zorê xwe li Hewlêrê bide pejrandin. Evder jî têra nake, xwe tevî her çar aliyê Kurdistan jî dike. KDP'ê berjiwandiya gelê Kurd nafikire, dewlet jî nafikire. Tenê malbata xwe diparêze. Xetên sor berjiwandiyên Barzanîne."
'Parlamento di bin dagirkeriya KDP'ê de ye'
Mûnîra bang li alîgirê demokrasiyê kir û wiha got: "Ez wek jin û dayîkek bang dikim; zarokên me birçîne. Ji ber pirsgirêkên aborî em wek malbat belav dibin. Bi dehan mîlyon dolar di banqê de tên girtin lê gelê me birçiye. Ji bo mirovên ku bi demokrasiyê bawer dikin ez ê vê yekê bêjim, cihê me yê herî zagonî parlamentoye, ew jî di bin dagirkeriya KDP'ê de ye. Sînorên berê nû dike, mizgîniya ku Barzanî dê dewleta Kurdan avabike hat dayîn. Lê mixabin ew agahiyê perçekirina Kurdistanê dide." Mûnîra di dawiyê de wiha got: "Ez bi jinên bakûrê Kurdistanê serbilindim. Em bi vîna xwe dikarin her tişt serbixin. Hemû cîhan jinên Kurd mînak digrin."
(rc)