'Emê jin di siyasetê de şoreş bikin'
09:24
Beritan Canozer - Mizgin Tabu / JINHA
AMED - Jinan bi çar destan dest avêtin xebatên hilbijartinê yên ku ji ber hirsa deshilatiya AKP'ê di 1'ê Mijdarê de cardin bê kirin. Endama meclisa DBP'ê Gulcan Şimşek diyar kir ku ji bo demokratîk kirina civakê îdiayên wan hene û got: "Emê jin di siyasetê de şoreş bikin. Emê wê çînbûna di nava jinan û gelan de bidin rakirin û deskeftiyên xwe bi dest bixin."
Hikmeta AKP'ê li Kurdistanê hem navenda qawusê çêkiriye û hem jî xebatên hilbijartinê dimeşîne. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji ber HDP'ê serketinek mezin bidest xist AKP'ê ev serketin hezim nekir, li gelek navend û navçeyên Kurdistanê yên ku HDP'ê dengê herî bilind lê girtî şer daye despêkirin û qirkirinan dike. Di nava vê navenda kawusê de hem de amadekariyên hilbijartina 1'ê Mijdarê tê kirin. Bi tayîbetî jî dê vê carê jin li hemberî hemû awayê zilm û bêmafiyên ser gel tên kirin biçin ser sindoqan û li sindoqan xwedî derkevin.
'AKP'ê dema şer daye despêkirin'
Endama KJA yê Zubeyde Zumrut da zanîn ku tehmûla AKP'ê ji serketina HDP'ê re nîne û wiha domand: "AKP bi hişmendiya xwe ya yekane perêz ser HDP'ê û gelê alîkariya HDP'ê dikin de tê, qirkirinan dike û navendên jiyanê xira dike. Em gelek ji vê pir ne biyanîne. Di sala 2009'an de cardin vîna gel bihêz derket holê wê demê bi navê operasonên KCK'ê qirkirinên siyasî kirin. Benda ji sedî 10 ya ku ser gelê kurd dihat sepandin, gelê kurd ji bo xwe asteng nedît, vîna xwe nîşan da û bend hilweşand."
Zubeyde bilêv kir ku bi hilweşandina bendê re pêvajoyek dîrokî despêkir û wiha berdewam kir: "Gelan di aliyê demokrasiyê de dengê xwe bikar anîn û dawî li deshilatiya yekane anî. AKP ya ku ev hezim nekir dest bi şer kir û canê bi dehan mirovan girt. We difikire dê bi vê hişmendiyê biçe deshilatiyê, lê xwe dixapîne. Dê cardin ev gel desturê nedin wî."
'Emê jin ser sindoqan rola xwe bilîzin'
Endama Meclisa DBP'ê Gulcan Şimşek jî diyar kir ku jin li hemberî hegemonyayê tekoşînê dikin û got: "Hilbijartin modelik a çînbûnê ya deshilatiya mêran daye pêşiya meye. Serokomarî, walîlik, werzîrlik û hemû ev rêzbûn di rastiya xwe de ji gel cudabûne, qetiyane û eserê hişmendiyek a xwe ser gel re dibînin. Her çendî em kurd vê modelê na pejirînin jî, lê ji bo li ziman, çand û nasnameya xwe xwedî derketinê em neçarin hinek jî li gora vê biçin. Emê bi pergala wan a bi wê tundî li me kirî li wan bidin û hesab ji wan bipirsin. Ji bo vê emê biçin ser sindoqan. Bi HDP'ê rola jinê di siyasetê de hîn zêdetir diyarde bûye. Ji bo wê jî emê jin di siyasetê de şoreşê bikin, emê çîniya di nava me jinan û gelan de hatî çêkirin hilweşînin, deskeftiyên xwe bidest bixin."
(zt)