'Li Erdîşê bi Dîba Keskin re me şoreşa jinê pêk anî'
09:28
Vîldan Atmaca/JINHA
WAN - Jinên Erdîşê di derbarê jiyan û girtina Hevşaredara Erdîşê Dîba Keskîn a ku di 12'ê cotmehê de li navçeya Erdîşa Wanê piştî îlankirina rêveberiya xweser hat girtin nirxandin kirin. Jinan anîn ziman ku dê ji bo Dîba Keskîn tekoşînê bilind bikin. Jinan diyar kirin ku bi Dîba Keskîn re şoreşa jinan dest pê kirine û ewê vê şoreşê berdewam bikin.
Hikumeta AKP'ê di hilbijartinê 7'ê Hezîranê de têkçun, heyfa xwe bi komkûjî, operasyon, binçavkirin û girtina dike û operasyonên qirkirinê berdewam dike. Bi îlankirina rêveberiya xweser re li gelek bajarên Kurdistanê operasonên qirkirina siyasî kirin, hevserokên şaredariyan û endamê meclîsên şaredariya girtin û ji pîşên wan dûr xistin. Jinên Erdîşê soza îlankirina rêveberiya xweser de hevşaredara Erdîşê Diba Keskîn a ku hat girtin û diyar kirin ku dê tekoşîna wê berdewam bikin.
'Bi Dîba re gelek tişt li Erdîşê guherî'
Welatiya Erdîşê Hulya Çakmak anî ziman ku jinên Erdîşê bi Dîba re xwe azad hîs dikirin û Dîba ji bo jinan şansek bû. Hulya diyar kir ku xebata Dîba hezim nekirin û got: "Bi salane Şaredariya Erdîşê di destê AKP'ê dene û tenê xizmetê dida alîgirê AKP'ê". Hulya destnîşan kir ku bi salane ji aliyê AKP'ê ve xizmet ji Erdîş û derdora Erdîşê ne hatiye kirin. Hulya bilêv kir ku dema Dîba hat ser kar, gelek xizmet kir ji gelê Erdîşê re û wiha dom kir: "Bi hatina Diba re êdî me jinên Erdîşê wate û giringiya tevgera azadiyê ji bo jiyana jinan hîn zêdetir zanî."
Xanim Engîn jî da zanîn ku Dîba ji bo tekoşîna azadiya jinan dixebitî û wiha berdewam kir: "Ji bo me jinan gelek alikar bû, me li Erdîşê bi zimanê xwe yê zikmakî nikaribûn bi axifin. Nikaribûn derkevin derve. Ev du sale em gelek azadin û me hîn zêdetir wateya azdiya jinan fêm kiriye." Xanim bilêv kir ku Kelepçe xistin destê Dîba xistin destê hemû jinên Kurd û wiha got: "Carekadin hilbijartin bibe dîsa emê Dîba hilbijêrin. Wê serê me mina havşaredara me bilind be û 1'ê Mijdarê emê hiqûmeta AKP'ê dîsa ji îktîdarê bixin."
'Li Erdîşê bi Dîba Keskin ra şoreşa jinê dest pê kir'
Oznur Onat jî got: "Neheqiya li Dîba hat kirin li hemû jinan hate kirin. Dîba bi dengê û bi vîna gel hat bijartin." Oznur dema Dîba dest bi xebatê kirî bi bîr xist û diyar kir ku Dîba bi sekna xwe hişmendiya desthiletdarî têkbir û li Erdîşê gelek guhertin çêkir. Oznur da zanîn ku Diba li şaredariyê fîgurek zelal, wekhev ava kir û wiha dom kir; "Bila çavê havşaredara me li paş nemîne; emê tekoşîna wê berdewam bikin."
(ha/zt)