Turkan Bingol: Min peyîwira bavê xwe dewir girt li hemberî bêmafiyan tekoşîn
09:30
Filiz Zeyrek/JINHA
ELEZÎZ - Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de li Elezîzê dengê HDP'ê bi qasî sihî bilind bû. Di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî keça yek ji leşkerên Şêx Said Fariz Ozdemir Turkan Bingol namzete. Turkan got: "Min peyîqira bavê xwe dewir girrt, ez amademe li hemberî hemû bêmafiyan di her şertî de tekoşînê bikim."
Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de yek ji navendên herî di aliyê dengdayînê de şaşwazî dayî çêkirin jî Elezîzbû. Li Elezîza ku HDP'ê ji sedî 30 deng lê girtî welatî amadene li hemberî paşdemayîn, tindî û zorbetiya wê li ber xwe bidin. HDP'ê li Elezîzê carekdinê Turkan Bingol namzet nîşan da. Keça yek ji leşkerên Şêx Said Fariz Ozdemir Turkan wiha axivî: "Ji bo ku peyîwira bavê xwe dewir bigirim di HDP'ê de bûm namzet. Ji bo wê peyîwira pîzor bûnim cîh çî ji destê min bê ezê bikim."
'Ji bo peyîwira bavê xwe bînim cîh di HDP'ê de bûm namzet'
Turkan a ku bi xwe ji Paluyê û 22 salin li Stenbolê dijî wiha qala bavê xwe dike:
"Bavê min yek ji leşkerên Şêx Saîd bûye. Şêx Saîd gelek ji bavê min hez dikir û gelek nirx didayê. Bi hev re gelek berxwedan kirin, paşê bavê min hat girtin û di Girtîgeha Amedê de gelek demdirêj îskece dît. Piştî demek dirêj li girtîgehê êdî bavê min xwe li çiyan bi sitar kir. 7 salan bavê min li Çiyayan tekoşîna xwe berdewam kir. Ji bo peyîwira bavê xwe dewir girtinê ez di nava HDP'ê de namzetim. Ji bo wê peyîwira bi romet di nava HDP'ê de mezin bikim çî ji destê min bê ezê bikim."
Turkan bilêv kir ku sedemek sereke yê ku hêlayî ew di nava HDP'ê de cîh bigire jî Berxwedana Kobanê bûye û wiha berdewam kir: "Berxwedana Kobanê weke gelek jinan bi min re jî bi xwe bawerkirin pêşxist û em hîn kirin ku dema em bixwezin karekbikin, em xwediyê hêza hemû astengiyên li pêşiya xwe derbaskirinê ne. Ji bo zarok û neviyên min bi aramî, bedewî û azadî bijîn ezê bi nasnama xwe ya HDP'ê tekoşîna xwe bilind bikim. HDP cîh dide hemû gelan, ji bo wekhev cîh bide hemûyan kedê dide û partiyek ji bo dengê jinê dayîna bihîstine."
'Ji ber ku di nava HDP'ê deme serbilindibim'
Turkan wiha pêde çu: "Teklîfa namzetiyê ji bo hevserê min hatibû, lê hevserê min got; 'Ji min zêdetir namzetî mafê Turkane, ji ber ku bav, bira û mamên wê kedek mezin dane, ji bo wê jî divê Turkan bibe namzet.' Paşê min dît ku bûme namzeta parlementeriyê. Başe ku bûm." Turkan bilêv kir ku beriya têkeve nava HDP'ê wê demê xwe vala xarc kiriye û wiha dom kir: "Berê cîhanek min a biçuk hebû. Tenê zarok û neviyên min hebûn. Lê jiyan ne wihaye. Başe ku di nava HDP'ê deme. Ez qet neçume dibistanê, lê niha namzeta parlementeriya HDP'ê me. Ev jî dide nîşandan ku jin çî bixwaze dikare bike."
'Berxwedana Kobanê pêşiya min vekir'
Turkan destnîşan kir ku wê gelek dixwest li gel jinên di Berxwedana Kobanê de li hemberî çeteyên tecawîzkar şer dikirin cîh bigire û wiha axivî: "Lê ew daxwaza min nehat cîh. Lê niha bi qasî wê berxwedana Kobanê li vîderê bidim jiyan kirin li Elezîzê dixebitim. Jinên Kobanê xwediyê hêza berxwedanê û xweparastinê bûn, lê jinên Elezîzê nikarin xwe biparêzin û nikarin xwe bînin ziman. Hîna serî li hember wê hişmendiya mêran a kolekirin didanin, dengê xwe dernaxin û xwe nadin pêş."
Turkan anî ziman ku jin bi gotina bi înad aştî bi terora AKP'ê re ru bi ru re dimînin û wiha got: "Di qirkirina Enqerê de ew mirovên bê guneh ji bo ku kes nemirin çun mitîngê, lê ew qetilkirin. Qêrîna aştiyê vegerandin gola xwînê. Bila ji bîr nekin emê bibin dengê şehîdên aştiyê, daxwazên wan ên aştiyê bînin cîh û aştiyê pêşkêşî vî welatî bikin. Ger ew mase wergerînin, kurdî jî bişikînin emê jin bê xwestin bi neyînokên xwe wê îmzayê bavêjin, bila hemû cîhan vê bizane."
Turkan bang li hemû dayîkan jî kir û got: "Ev şer ne dewlet ne jî deshilatiya mêran nikare biqedîne. Tenê jin dikarin vî şerî biqedîne. Bila hemû jinên dayîk destê xwe bidin hev û teqez îmzayekê bavêjin binê vê aştiyê. Ez weke jinek ji bo bihîstina dengan û dengek tevlîkirinê amademe. Werin em destê xwe bidin hev û ji bo zarokên xwe tekoşînê mezin bikin. Ji bo pêşerojek bedew werin em dest bidin hev û deshilatiya mêran a alîgirê şer hilweşînin. Di dema xebatê de em rastî jinên dixwazin bixebitin tên. Niha ji dema berê zêdetir me karî em dengê jinan bidin bihîstin, ev jî me gelek şanaz dike. Hêvîdarim di pêşiya me de Elezîz bibe bajarê jinan."
(zt)