Namzeta Nusayri Gunay: Li hember AKP ya alîkariya çeteyan dike di HDP'ê deme
09:23
Filiz Zeyrek/JINHA
EDENE - Ji Namzetên Parlementerên HDP'ê yên Edeneyê ya Nusayrî Ereb Elewî Gunan Mutluhan got: "Koka min digihe Lazikiyên Suriyeyê. Niha li wê gelek xizmên min hene. Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de ew jî mexdur bûn û bi saya hêzên YPJ û YPG'ê gelek ji wan rizgar bûn, li gel malbata xwe em bi vê rewşê gelek bandor bûn. Sedema namzetbûna min di HDP'ê de ji bo ku li hemberî AKP ya alîkariya çeteyan dike bixebitim û alîkarî bidim berxwedanê bû."
Di hilbijartina derbasbûyî de welatiyên niştecihên Edeneyê yên weke Nusayrî, Erep Elewî deng dan HDP'ê. Ji Nusariyan Namzeta Parlementera HDP'ê Gunay Mutluhan diyar kir ku HDP carekdinê li benda alîkariya Nusariyane. Gunay namzetbûna xwe ya di nava HDP'ê de û çima di nava HDP'ê de cîh girtin bi van gotinan anî ziman; "Berxwredana Kobanê ya destanî li hember çeteyên DAIŞ'ê bû sedema di HDP'ê de cîh girtina min. Ez gelek ji berxwedana destaniya hêzên YPJ û YPG'ê li hember çeteyên DAIŞ'ê yên tecawîzkar dayîn meşandin bandor bûm. Koka min digihe Lazikiyên Suriyeyê. Niha li wê gelek xizmên min hene. Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de ew jî mexdur bûn û bi saya hêzên YPJ û YPG'ê gelek ji wan rizgar bûn, li gel malbata xwe em bi vê rewşê gelek bandor bûn. Sedema namzetbûna min di HDP'ê de ji bo ku li hemberî AKP ya alîkariya çeteyan dike bixebitim û alîkarî bidim berxwedanê bû."
'Ji dema HDP avabûyî heya niha her dem baldikişîne ser wekheviyê'
Gunay wiha berdewam kir: "Di demên dawiyê de faşîzim ketiye dewrê. Li hemberî faşîzmê tenê partiya bêdeng nebûye HDP ye. Ji dema HDP hat avakirin heya niha her dem balê dikişîne ser wekheviyê, ji ber ku me weke erep, elewî û kurd êş kişandiye ji bo wê em ji hevdu têgihiştinê zoriyê nakişînin."
Gunay bilêv kir ku di şerê Suriyê de têkiliyên AKP'ê yên polîtîkayên derve texrîbatên mezin dan çêkirin û wiha dom kir: "Ji malbata min a li wê neh şehîdên me hene, em ji vê gelek bangor bûn. Ji ber ku em li Tirkiyê dijîn ev nayê wê wateyê ku em ji kirinên li Suriyê tên kirin bandor nabin." Gunay anî ziman ku ji ber van hemûyan partiya herî zêde ew bikare xwe têde bîne ziman HDP ye û wiha got: "Partiya pergala hevserokatiyê xistî meriyetê û ji bo jinan sitatoya wekheviyê dayî HDP ye. Weke jinek di nava partiyek wiha de cudahiyek gelek bedew û rehetiyek mezine."
'Emê bi nûnertiyek mezintir derkevin pêş'
Guney destnîşan kir ku ji hilbijartinên 1'ê Mijdarê re demek kin maye wan nû dest bi xebatên hilbijartinê kirine û wiha pêde çu: "Xebatên me berdewam dikin, em niha xebatên xwe pir bi lez berdewam dikin. Çî hevdîtinê me yên bi STK yê rebin, çî hevdîtinên me yên bi esnaf û gel re be, xebatên me bi qasî dema 7'ê Hezîranê ne be jî tayîbetî em hewildidin xwe bigihînin hemû jinan. Em alîkariya gelê xwe yê di dema 7'ê Hezîranê de alîkariyek mezin dayî carekdinê li bendêne. Ji bo ku êşên piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê derketine bidawî bibin deng dayîna HDP'ê şerte. Em di wê baweriyê dene êdî gelê me di ferqa gelek tiştan denin. Ez di wê baweriyê deme emê bi hêzek hîn mezintir derkevin pêş."
(zt)