Xebatkarên hilbijartinê ji encamê kêfxweşin

09:24

JINHA

ÎZMÎR - Jin li taxên Îzmîrê mal bi mal digerin û xebatê hilbijartinê dimeşînin. Helîn Alp a ku xebata hilbijartinê dimeşîne wiha got: " Piştî teqîna Enqerê gel bi bangawaziya HDP'ê a aştiyê bawer kir. Mirovên ku heya roja îro dengê xwe nedane HDP'ê, xwe amede dikin ku di 1'ê Mijdarê de biçin û dengê xwe bidin HDP'ê. Gel bi samîmiyeta HDP'ê ya aştiyê bawer dike.

Ji hilbijartina 1’ê Mijdarê re rojên jimartî mane, HDP’e xebatê hilbijartinê pêk tîne. Li her qadên Îzmîrê HDP’ê xebatê hilbijartinê hedef dikin ku serketina 7’ê Hezîranê di 1'ê Mijdarê de jî bi dest bixin. Jin mal bi mal li taxên Harmandali û Gultepe ya navça Çîxlî a Îzmîrê digerin, xebatê hilbijartinê dimeşînin. Helîn Alp û Reyhan Kumru a ku xebatê hilbijartinê dimeşînin reaksiyona gel vegotin.

‘Ji bo me hevî heye'

Helîn Alp a ku li herêma Harmandali yê xebata hilbijartinê dimeşîne destnîşan kir ku di 7’ê Hezîranê de gel bi coşek mezin di hilbijartinê de bi serketiye û got: "Niha jî em reaksiyonên erênî ji bo hilbijartina 1'ê Mijdarê ji gel dibînin. Ji bo 1’ê Mijdarê xebatên me berdewam dikin. Bertek kêm kes li hember xebatê me pêş dikeve, piranî piştgirî didin xebatê. Ji bo me hevî heye. Bi rastî jî piştî teqîna Enqerê gel bi bangawaziya HDP'ê a aştiyê bawer kir."

'Şikandinek bi girîngî heye'

Helîn wiha domkir: "Di xebatên hilbijartinê de me tenê li taxên alewiyan de pirsgirêk jiyan kir. Ev der taxek xizane. Aleviyên li vê derê dixebitin gelekê wê di şaredariyê de dixebitin. Van mirovan ji ber pirsgirêkên xweyê civakî naxwazin dibin sîwana HDP’ê de bên dîtin."

‘Ciwan hêviyê di HDP’ê de dibînin’

Reyhan Kumru ya ku li Gultepe yê xebatê hilbijartinê dimeşîne bal kişand û got: "Li taxê herî zêde Kurd û Alewî dijîn. AKP’yî jî hene, CHP'yî jî. Demên borî Elewî dengê xwe didan CHP’ê Kurd dengê xwe didan AKP’ê. Em kolan bi kolan digerin ji gelek mirovan peyamên aştiyê distînin. Gel ji dubarebûna hilbijartinê gelek acize. Ne mîna berên e tiştê tê jiyandin haydarin. Bi taybetî teqîna Enqerê di gelde hêrsê ava kir. Ji hilbijartina 1’ê Mijdarê hevîdarin ku biser bikevin. Ji ber ku ciwan HDP’ê çêtir dibînin. Ew rewş mezinbûna wan jî bandor dike. Hêviyame gelek mezine."

(ha/rc)