Jinên Wanê: Hilbijartina 1'ê Mijdarê dê bersiva mezin bide AKP'ê

09:32

Hulya Okalîn- Medya Cebe/JINHA

WAN - Jinên Wanê pêvajoya hilbijartina ku dê di 1'ê mijdarê de pêk bê nirxandin. Jinan destnîşan kirin ku her kes di hilbijartina 7'ê hezîranê de bi dildarî dengê xwe dane HDP'ê û bi ser ketiye. Lê AKP bi rûyê xwe yê şer di hilbijartina 1'ê mijdarê de wê li hemû hereman têk biçe.

Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de HDP'ê bendava hilbijartinê ji sedî 13'e bi serket û hikûmeta AKP'ê li hemû bajarê Bakurê Kudistanê têk bir. AKP'ê li hember vê têkçûyinê konsepta şer, bi tu partiyan re koalisyon pêk ne anî û cardin welatiyan ber bi hilbijartina zû de bir. Jinên Wanê hilbijartina ku dê di 1'ê Mijdarê de pêk were nirxandin û diyar kirin ku ji hilbijartina 1'ê mijdarê gelek bi hêvîne. Jina bi navê Melîha Çîftçî diyar kir ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê gelek dilê dayîkan şewîtiyê lewra ji bo aştî û azadiyê ji hilbijartin 1'ê Mijdarê bi hêvîne û wiha axivî: "Bi destpêkirina pêvajoya Çareseriyê re di dilê me hemûyan de aramiyek û hêviyek hebû. Nêzî sê sal tu agahiyên mirinê li ser me ve nehatin. Hilbijartina 7'ê Hezîranê de di dilê me hemûyan de dexwaza aştiyê hebû. Lê hikûmet çi kir cardin şer da destpê kirin û her roj agahiyên mirinê li ser me ve tên."

'Dê AKP di vê hilbijaritnê de jî têk biçe'

Melîha hilbijartina ku dê di 1'ê mijdarê de pêk bê nirxand û wiha got: "HDP'ê di hilbijartina 7'ê Hezîranê de bi hêjmarekî mezin de bi ser ket. Lê hikûmeta AKP'ê vê serkeftiyê qebûl nekir û şer da destpêkirin. Her roj agahiyên mirinê hatin me. Hikûmeta AKP'ê ku bi şer û pêvçûnan bi ser bikeve lê mixabin AKP'ê cardin têk çû û tu encam di hilbijartina 1'ê mijdarê jî nastîne."

'HDP dengê hemû gelê bindest e'

Jina bi navê Hediyê Çelîk jî li ser hilbijartinê nêrînên xwe wiha anî ziman: "Di hilbijaritna 7'ê hezîranê de jî min dengê xwe da HDP'ê û cardin hilbijartin çêbe disa em ê dengê xwe bidin HDP'ê. Ji ber ku HDP'ê dengê hemû gelê bindest e. HDP'ê ji bo gelek gelan bû hêvî. Hemû gel HDP'ê wek qazdeya aştiyê dît. Lê niha bi mîsyona şer têxwestin ku HDP'ê bê reşkirin. Em baş dizanin ku AKP têk çûye û ev şer û pêvçûn tev sedema têkçûyin AKP'ê ne. Em bang li hemû gelên bindest dikin ku bila di 1'ê mijdarê de rola xwe baş bileyîzin û ji bo aştiyê dengê xwe rast bi kar bînin."

'Wê bi destê Kurdan aştî bê welat'

Latîfe Basut jî li ser hilbijartina 1'ê Mijdarê ev tişt got: "Heya niha hemû partiyên dewleta Tirk li ser pişta gelê Kurd bi ser diketin û xwe didan jiyandan. Lê êdî gelê Kurd hişyar e û piştgiriyê didin hev. Êdî gelê Kurd naxwaze ku tu dewlet wê bi rê ve bibe. Em hêvî dikin ku di hilbijartina 1'ê mijdarê de partiya kurdan bi ser bikeve û wê bi destê kurdan aştî bê welat."

'AKP'ê bi rûyê xwe yê rêş li hemû herêman têk biçe'

Jina bi navê Azad Şîmşek jî pêvajoya hilbijartinê wiha nirxand: "Em tev baş dizanin ku ji ber HDP'ê polîtîkayên AKP'ê yên qirêj yek bi yek derxist holê, hikûmeta AKP'ê cardin berê me da hilbijartinê. Hilbijartina ku di 7'ê hezîranê de pêk hat hilbijartinekî adîl û rast bû. Lê ne bi gorî planên AKP'ê çû. Ji ber vê yekê çi ji destê dewletê hat kir û cardin hilbijartin da pêşiya gel. Her kes bi dildarî dengê xwe da HDP'ê û em bawer dikin ku dê dîsa gel bi dildarî dengê xwe bide HDP'ê. Lê AKP'ê bi rûyê xwe yê rêş ev car ne tenê li Kurdistanê li gelek heremên din jî wê têk biçe."

(rc)