'Di nava gelê çewisandî de ez jî mexdurekim'

09:33

Handan Tufan/JINHA

İZMİR - Namzeta Parlementera HDP'ê ya Îzmîrê Gulistan Kiliç Koçyigit ku bi salane di nava xebatên jin û kedê de tekoşînê dide. Gulistan a ku bi nasnameya xwe ya kurd û elewîbûnê ji bo hemû gelên tên çewisandin xwediyê mafê gotinê got: "Di nava gelê tê perçiqandin de ez jî mexdurekim. Ji bo wê jî ez baş dizanim ku ezê ji bo kê çî bêjim."

HDP bi hişmendiya xwe ya nûneriya wekhev li gel hemû cudahiyên civakî ji jinan eleqeyek mezin dibîne. Gulistan Kiliç Koçyigit li Îzmîrê li herêma 2'emîn di rêza 2'emîn de namzeta parlementeriyê ye. Gulistan di nava malbatek kedkar de mezin bûye. Gulistan li Dêrsimê hatiye dinê, lê ji sala 1995'an heya niha li Îzmîrê dijî. Gulistan zewiciye dayîka 2 zarokane û 17 salin hemşîreye. Heya dema namzetiyê di rêveberiya Şaxa SES'a Îzmîrê a girêdayî KESK'ê de cîh girtiye. Gulistan da zanîn ku li hemberî şer heya niha wê xwe gihandiye gelek jinan û wiha domand: "Di nava xebata jin û kedê de çî ji destê me dihat me dikir."

'Ev jî tayîbetiyek me ji partiyên dinê cuda dike'

Gulistan destnîşan kir ku HDP di nava siyaseta Tirkiyê de pêşketinek nûye û wiha berdewam kir: "Di nava vê civakê de bi hezaran rengê mirovên hatîn perçiqandin hene. Weke jinek em tên perçiqandin, weke elewiyek û weke kedkarek em tên perçiqandin. Di vê wateyê de HDP hemû yên tên perçiqandin tîne bahev, bi hev re tekoşînkirin û bi hev re li hember hêzên derve bûyîna yek dibin şêweyê rêxistinbûnê. Ji bo wê jî xebatên HDP'ê gelek giring û binirxe. Di nava civakê de siyaset tenê bi aliyekê pêşketiye. Siyaseta Tirkiyê qampa xwe avakiriye. HDP ji bo wî alê siyasetê mudaxeleyeke. Ne tenê ji bo xwe ji bo her kesê hedefa diniyaya hîn xweşiktir dike. Pergala kaputalîzmê hem ser xwezayê hem jî ser mirovan texrîbatên mezin daye çêkirin. HDP rêxistinek a vê texrîbatê jî dibîne ye. Weke partiyên dinê tenê ne di dema hilbijartinê de hene. Nêzîkatiya HDP'ê ya giştî ser jiyana kedkarane. Îro weke pergala teşeroniyê koletiya modern heye. Ev koletî bi zagonan hatiye pênasekirin. Em hedef dikin ku pergala teşeroniyê rakin. Ji bo wê jî pîvanên HDP'ê yên pejirandin û ne pejirandinê hîn zêdetir radîkalin. Ev jî tayîbetiyek a me ji partiyên dinê cuda digiriye."

'Bi vê nasnamê re hevdîtin gelek giringe'

Gulistan anî ziman ku ji sala 2002'an heya niha ew li Îzmîrê di qada jin, civakî û kedê de tekoşînê dide û wiha pêde çu: "Di aliyê HDP'ê de Îzmîr bajarek giringe. Di aliyê civakî de gelên cuda têde dijî û xwediyê sazumaniyek cudaye. Nasîna HDP'ê bi van nasnameyan re gelek giringe. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de me du parlementer derxist. Ez di wê baweriyê deme ku emê vê carê hijmara parlementerên xwe zêde bikin."

'Min hemû pirsgirêkên nasnameyî weke jinekê jiyan kiriye'

Gulistan nasnameyên xwe yên jinbûn, kurdbûn û elewîbûnê bibîrxist û wiha axivî: "Hem weke kurd, hem weke jin, hem weke elewî û hem jî weke kedkar min pirsgirêkên hemû nasnameyan jiyan kiriye. Ji bo wê jî ezê ji bo kê çî bêjim pir baş dizanim. Niha girêdayî ji nava civakê durxistina jinê ceribanidinên me yên jiyanî û piratîkên me yên rêxistinî hene. Weke kedkarekê her roj li kolanan me ked kiriye, ji bo wê jî em baş dizanin ji bo kedkaran divê çî bê kirin û emê çî bikin."

'Ev hilbijartinek di nava şer û aştiyê dene'

Gulistan bilêv kri ku hilbijartinên 1'ê Mijdarê gelek giringe ji bo wê jî divê baş nêzî hilbijartinan bibin û wiha dom kir: "Li gel ku mirovên aştîxwaz hatine qetilkirin ez qet nafikirim ku ev civak bêdeng bimîne. Dê bi awayekê bersivê bidin. Em weke mirovên ser vê erdnîgariyê aştî, azadî û demokrasiyê dixwazin me mirin maf nekiriye. Talebên me tenê ne ji bo me, ji bo hemû kesên ser vê erdnîgariyê dijîne. Her kesên diçin ser sindoqan, em nabêjin deng bidin me yan na, lê divê her kes destê xwe danin ser wijdana xwe, li hemberî şer dangê xwe di aliyê aştî û demokrasiyê de bixebitîne. Ev hilbijartin di nava şer û aştiyê dene."

(zt)