'Bi kar anîna dengan mafê herî demokratîk e'

09:31

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED - Her çiqas li hilbijartinana re 7 roj mabin jî li gelek bajarên Kurdistanê sandoqên hilbijartinê li ser biryara YSK'ê ve cihên wan hat guhrandin. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer li ser guhrandina cihên sandoqan nirxandin kir û diyar kir ku ev nêzîkatî polîtîkayên tunekirinê ye.

Hilbijartina ku dê di 1'ê Mijdarê li Kurdistan û Tirkiyê pêk werê re 7 roj man. Li navçe û bajarên wek Şirnax. Sîlopî Cizîr, Colemerg, Gever, Lîce, Farqîn û Êlihê bi hinceta "Ewlehiyê" cihê sîndoqan hat gorandin. Her çi qas YSK'ê cih gorandina sandoqan hatibe red kirin jî sandoq li ser biryara AKP'ê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan cihê sandoqan hat gorandin. Ligel vê yekê pertekên li hemberî cih gorandina sandoqan jî bê navber berdewam dikin. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer cih gorandina sandoqan nirxand û diyar kir ku cih gorandina sandoqan bê usul e û nayê qabûl kirin. Gulşen desnîşan kir ku çi bibe bila bibe, bikar anina dengan nayê asteng kirin û dê dengên xwe ji bo aştiyê bikar bînin û wiha got: "Ji bo me ewlehiya gel ji ewlehiya sandoqan giringtir e. Em baş dizanin ku gelê kurd li hember hemû astengiyan dê dengê xwe bi kar bînin."

'Sedema cih gorandina sandoqan ne ewlehiye'

Gulşen daxuyand ku sedema cih gorandina sandoqan ne ewlehiye û ev tişt anî ziman: "Em tev baş dizanin ku sedema cih gorandina sandoqan ne ewlehiyê. Rastî ew e ku çend karmendên dewletê li navçe û bajaran li ser daxwaza xwe biryara cih gorandinê dene. Ev jî qet ne ehlekî ye. Aşkera ye kû sedem ne ewlehiyê keyfî ye. Sandoqan ji gelê ku ji bo îradeya xwe ya siyasî li ber xwe dan tên revandin. Bivê nêzîkatiyê di xwazin mafê hilbijêran ji destê wan bistînin û wan bê îrade bihêlin. Daxwaza wan ew e ku partiya bi îradeya gel bi serket ji bi kêmahiya dengan tune bikin."

'Bikar anîna dengan mafê herî demokratîk e'

Gulşen di berdewamiya axaftina xwe de got ku armanca cih gorandina sandoqan tê wateya mafê hilbijerên Kurd ji destê wan standine û wiha got: 'HDP'ê li Cizîr, Colemeng, Êlih, Sîlopiya û Şirnexê bi ser ket, lê mixabin AKP'ê li hember vê serkeftiyê acîz bû û şer da destpêkirin. Lê bila baş bê zanîn ku ev biryara hat standin li ser gel bandor nake û dê gelê me dîsa dengê xwe bide dengê aştiyê. Bila hikûmet demîldest dev jî polîtîkaya astengiyê berde.Welatî kê bixwazin û kê jî xwe re nêz bibînin bila dengê xwe bidin wan. Ev mafê herî demokratîk e. Em ji bo bikar anîna dengan hemû xebatên xwe da destpê kirin. Ji bo kesên ku ne li bajarê ku lê dengên xwe bikar tînin bi jî em ji bo wan wasetiyît têmîn dikin."

'Dê HDP'ê hemû polîtîkayên AKP'ê vala derxe'

Gulşen di dawiya axatina xwe de destnîşan kir ku ji bo mafê hîquqî û siyasî dê heya dawiyê têbikoşîn û wiha bi dawî kir: "Bila baş bê zanin ku HDP'ê dê hemû polîtîka û lîstokên AKP'ê vala derxe. Dê partiya me ji berê zêdetîr dê xwedî li îradeya xwe ya siyasî û mîrateya jiyan hevpar derkev. Baweriya me bi serkeftina têkoşinê heye. Peywîrdarên ku dê muşahîdiyê li ser sandoqan bikin bila heya hilbijartin bi dawî bibe bi çar çavan xwedî li sandoqên xwe derkevin. Ji ber ku dê hikûmeta AKP 'ê çi ji destê wî bê wê bike."

(ho/rc)