Namzetên jin amedekariya nûneriya jinên Dîlokê di meclîsê de dike
11:25
JINHA
DÎLOK - 4 jinên kurtejiyana wan ê bî tekoşînê dagirtî Yûrdûsev Ozsokmenler, Emîne Akkûş Çîçek , Sûltan Bayindir û Ûmût Baran ku namzetên HDP'ê ne ji bo li meclîsê bibin dengê jinan li Dîlokê xwe amade dikin. Kurtejiyana 4 jinên namzetên HDP'ê wiha ne.
Yûrdûsev Ozsokmenler
Di sala 1952'an de li navça Lapseki ya Çanakkalê hatiye dine. Li Zanîngeha Stenbolê Beşa Mirovzani ya Civakî û Nijadnasî xwendiye. Di rêxistinê cûr bi cûr de xebitiye û di sala 1980'an darbe yê de hatiye girtin. Di sala 1986'an de jî ji girtîgehê derketiye û dest bi rojnamegeri yê kiriye. Li rojnemeyên Ozgur Gundem û Ozgur Ulke de xebitiye, piştre wek pisporê çapemeni yê li KESK'ê xebat meşandiye. Di nav xebatê DEHAP, DOKH û KJY'ê cih girtiye. Di 3'ê Mijdara 2002'an de bu endam, lê belê ji ber DEHAP biser neket Yûrdûsev Ozsokmenler nebû parlementer. Di hilbijartina heremû ya di 29'ê Adara 2004'an de wek Seroka Şaredariya navça Rezan a Amedê hat hilbijartin. Demekê seroktiya şaredariyê kiriye, piştre cihê xwe di meclîsa bajaran de girt. Ji avabûna HADEP'ê vê endamtiya PM û MYK yê kiriye. Di hilbijartina 7 tê Hezîranê de li Wanê parlementer hat hilbijartin.
Emîne Akkûş Çîçek
Di sala 1978'an de li Riha yê hatiye dinê. Di sala 1998'an dest bi Zanîngeha Fakulte ya Hiqûk a Dîcle yê kiriye. Di sala 2002'an ji zanîngehê mezun bûye û li Riha yê dest bi parezeriya serbixwe kiriye. Li Riha yê ji bo piştevaniya jinan damezrînera Komeleya Alikariya Jinan Malajînê ked daye û hevseroktiya komelê kiriye. Di sala 2008'an de zewicî û li Dîlokê parezariya serbixwe dike. Emîne Akkûş Çîçek zewcandî û xwedî di zaroka ye.
Sûltan Bayindir
Di sala 1961'an de li gundê Oglûm a Kilîsê hat dinê. Sûltan 19'de xweşk û bira yê wê hene û di 18'de saliya xwe de zewiciye. Hevserê Sûltan di darbe ya 12 dê Îlonê de hatiye girtin. Di pêvajo ya wê deme de ji bo alikariyê girtiyên di girtigehê di damezrandina ÎHD'Ê de cih girt û bû endamê ÎHD'ê. Sûltan hêjî endamê lijneya rêveberi ya ÎHD yê ye. Di sala 1990'an de di nav xebatê têkoşîna civakî de cih girt, piştre di sala 1995'an de di xebata damezrandina "Bloka KED-AŞITÎ-AZADÎ" yê de cih girt. Di sala 1999'an de hilbijartina heremî de li taxa Guneykent ê bû endama muxtariyê. Di sala 2001'an de têkoşîna xwe li Rêxistina Keda Civakî berdewam kir. Sûltan di tekoşîna Ked û Aşitiyê de hejî li Dîlokê seroktiya HDP'ê dike.
Ûmût Baran
Di sala 1974'an de li Pirsûs ê hatiyê dine. Ûmût dibistana navîn û dibistana amadeyi li Dîlokê xwendiye. Ji Zanîngeha Nozdêh Gulanê Beşa Mamostetiya Zimanê Biyanî mezun bûye. Sûltan li Koserê 9 sal li Dîlokê jî 6 sal mamostetî kiriye. zewcandî û xwedî du zaroka ye.
(ha/rc)