Hilbijarên ciwan wê dengê xwe bidin HDP'ê

12:13

JINHA

STENBOL - Bi polîtakayên cûr bi cûr ciwanan bê pêşeroj heştine, ciwan wê bi rihê seferberiyê xwedî li hilbijartina 1'ê Mijdarê derbikevin. Ciwan heviyê di HDP'ê de dibînin. Ciwanên Kurdistanê bang kirin ku hemû kes berê xwe bidin sindoqan û ev ev hilbijartin ji hilbijartina 7'ê Pûşberê girîngtir e. Li hemberî şerê topyekûn, seferberiyê topyekûn îlan bikin û ji şerê qirêj re bêjin êdî bes e."

Ciwan hemberî polîtîkayên perwerda bi olî, zanîngehên ji bilîmê dûrdikevin, dewleta ji şer re butçe vediketîne û hemberî pirsgireka kar xwe amade dike ku 1'ê Mijdarê de bersiv bede AKP'ê. Ciwanan bang li hemû kesî kirin ku ew 13 de sale ku AKP'e îktidare perwerda nijarperestî û zayendî zêde bûye ,hemberî vê dengê xwe bidin HDP'ê.

'Ji bo mafê xwendinê dengê xwe bidim HDP'ê'

Ezgi Uygun a Dibistana Amadeyi ya Tenduristi ya Pîşe yê dixweyne anî ziman ku pirsgirêke herî mezin pergala perwerdê ye û wiha got: "Ji bo mafê xwendinê dengê xwe bidim HDP'ê. Li dibistana bi hişmendiya şovenîst, zayendî, artêşparêz perwerde tê dayîn." Berfîn Kadem jî diyar kir ku hemberî hişmendiya Eleviyan tune hisap dikin, dengê xwe bidim HDP'ê.

'Hemberî tacîz û tecavuzê dengê xwe bidim HDP'ê'

Sila Çaglayan jî diyar kir ku hemberî tacîz û tecavuzê dengê xwebidim HDP'ê û wiha got:"Ev bersîva êrîşên hov ên li dijî nirxên gel in. Ev bersîv parastina nirxan e. Gelê kurd bi rêveberiyên herêmî vîna xwe ya rewa li ser bingekî rewa ava dike. Lê dewlet bi komkujiyan bersîvê dide vî mafê rewa. Li Kurdistanê, dewlet bi salan e komkujiyê pêk tîne. Di îlankirina rêvebriyên cewherî de jî komkujî pêk anî. Dîrokê jî îspat kiriye ku gelê Kurd her dem li dijî êrîş û polîtîkayên înkarê xwe ji nûve ava kiriye."

'Herî pirsgrêka mezin pîşeye'

Huseyîn Ay anî ziman ku ciwan nêzî mirinê ne û wiha dom kir: " Ciwan ji bo aşitî û biratiyê dibe ku dengê xwe bidin HDP'ê. Mehmet Demir jî anî ziman ku pirsgirêka herî mezin bêkariye û wiha got: "HDP'e ji bo me bersiveke. Ê ku vekhêvî û edaletê bîne partiya HDP'ê ye."

(ha)