Ji bo qeyranê projeya çareseriyê
12:43
Şengar Bradost-Newroz Dijwar/ JINHA
SILÊMANÎ - Ev demeke li Herêma Kurdistana Federal qeyrana siyasî û aboriyê tê jiyîn. Ji ber ku polîtîkayên herêmê ji gel qut û desthilatdar e Tevgera Civaka Azad projeyeke amade kir û bi raya giştî re parve kir.
Tevgera Civaka Azad ji bo rêveberiyek bi rêk û pêk çê bibe di projeya xwe de cih da nûneriyeke wekhev û demokratîk. Alîkara hevseroka Tevgera Civaka Azad Tara Huseyîn daxuyand ku li herêmê qeyrana aborî û siyasî tê jiyîn û ji bo derbas kirina vê qeyranê wan projeya xwe ya çareseriyê pêşniyar kirine.
Tara da zanîn ku ji bo çareseriya pirsgirêkên li herêmê diqewimin bê derbaskirin divê cîdî nêzîkî vê projeya me bibin û wiha domand: “Ev 24 sal e rêveberiya Kurdistana Başûr xwest qeyrana bi qeyrana çareser bike lê ev rêbaz bêhtir qeyrana kûrtir kir. Civînên ku ji bo çareser kirina qeyrnê jî çareseriyek ava nekir. Ev wekî tevger xwe berpirsiyar dibînin û dixwazin vê projeya me amade kiriye pirsgirêkê çareser bikin.”
Tara got ku wan vê projeya xwe di civîneke ku akademîsyen û rojnameger beşdar bibûn de ragihandine û bertekên erênî ji bo wan hatinê û wiha pê de çû: "Di civîna me de akademîsyan û rojnamegeran got ku ev proje hin kêmasî tê de hebin jî ji bo çareseriya vê qeyranê tişteke cîdî ye. Em ê li ser aliyên kêm mane bisekinin û wan jî temam bikin. Em difikirin ku der barê vê projeya xwe de li her derê herêmê semîran li dar bixin.”
Tara destnîşan kir ku di bingeha vê pirsgirêkê de şîdeta ku li hemberî jinê tê kirine û wiha axivî: “Li herêmê her roj jin tên qetilkirin. Jixwe di siyasetê de cih ji jina re tuneye û mafê axaftina kes nade wan. Di nav 17 wezaretan tenê yek jin heye. Divê ji jinan kotaya ji sedî 40 were pêk anîn û em pêşniyara pergala hevserokatiyê dikin. Cihekî li hemberî jinê şîdet û qetil kirin hebe li wir ne demokrasî ne jî azadî heye.”
Tara bal kişand ser vê projeya çareseriyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêdiviya gel bi vê projeyê heye. Ji bo çareseriyê me 17 sernav pêşniyar kir. Divê çapemenî jî alikariya me bike. Heta roja me ya îro aliyên siyasî li ser xwîna gel sîyasetê kirin. Cewherê projeya me de xurt kirina vîna gel û rêveberiyên xweser derdixin pêş.”
(fk/rc)