Jinên Îzmîrê jî dibêjin 'Dengê me ji aştiyê re ye'
09:09
Handan Tûfan/JINHA
ÎZMÎR - Jinên Îzmîr ê dibêjin 'Dengê me ji aşiti yê raye' û ji bo HDP'e ji hilbijartinê 7'ê Hezîranê encamek baştir derxe dixebitin.
HDP'ê bi diruşma 'Bi înyad Aşitî' amadekariya hilbijartina 1'ê Mijdarê dikin. Piştgiriya HDP'ê her roj zêde dibe. Di hilbijartina 7'ê Hezîranê de 32 jê jin tevahî 80'ê parlementer derxistibû. HDP'ê vê carê hedef dike ku di hilbijartina 1'ê Mijdarê de 50'î jê jin tevahî 100 parlementer derbixin. Herî zêde jî piştgirî ji bo HDP'ê ji rojava Tirkiyê tê. Yek ji van bajaran jî Îzmîre. Akademisyen Dr. Şebnem Koynem anî ziman ku hilbijartina 1'ê Mijdarê bi adaletî divê pêk were û got: " Bila hemû kes dengê xwe bikar bîne. Ji bo aşitî û wekhevî dengê min jî ji HDP'ê re ye." Şebnem bang li jinan kir ku dengê xwe bidin aştî û wekheviyê.
'Tenê bi HDP'ê re aşitî û wekhevî dê were vî welatî'
Endama Komeleya Pîra Gelan Nûray Pehlîvan got: "Ji bo ku di civaka Tirkiyê de aştî û wekhevî pêk were ez dibêjim dengê min ji HDP'ê re ye û ez bang li jinan dikim: Jin tenê di kare di nava HDP'ê de baş nûnertiya xwe bike. Ji ber vê wek jin divê dengê xwe bidin HDP'ê.
Endama Bloka Aştiyê ya Îzmîr ê Zeynep Tozdûman diyar kir ku ji bo ku nezîkatiya gel û jinan wekhev bibi ez dengê xwe didim HDP'ê û wiha domkir: "Bi taybetî ji bo faşîzm hilweşe, hemberî zilma piştî 7'ê Hezîranê re bêjin na tenê navnîşan HDP'ê ye. Tenê bi HDP'ê re aştî û wekhevî dê were vî welatî. Ji ber ku ez bi wekheviya HDP'ê bawer dikim. Ez bang li her kesî dikim ku dengê xwe bidin HDP'ê."
'Êrîşên li ser rojnemegera zêde bû'
Sekretera Perwerda Sendikaya Rojnamegerên Tirkiyê (TGS) Emîne Ûyar bal kişand ku Tirkiye di pêvajoyek gelek taybete re derbas dibe û wiha got: "Di dema îktîdara AKP'ê de bi taybetî li ser rojnamegeran gelek êrîş hene. Li Tirkiyê hertim li ser rojnamegeran êrîş hebû û hêjî êrîş li ser rojnamegeran berdewam dikin. Ji bo ku wan êrîşan nebin ji bo welatekî rêveberiyak demokratîk ji bo herkes bi vîna xwe vebêje û ji bo rojnamegerên nûçeyên xwe bi rehetî biweşînin piştgiriyê didim HDP'ê. HDP'ê di 7'ê Hezîranê de biser ket û gel ji vê gelek keyf xweş bû. Bang dikim ku hemû kesê çû ser sendoqa dengê xwe bikar bîne, encama sendoqê bişopîne."
'Çiwa di 7'ê Hezîranê de hêviya me zêde…'
Endama Parti ya Rexistin a Kedê Sanem Denîz jî got: " Dibe ku azadî were. Tenê ku AKP'ê ser sendoqan paşve bixe û ji dîktatoriyê bixîne HDP'ê ye. Alternatîfek din tuneye ji ber vê jî dengê me ji HDP'ê ra ye. Ez bang hemû gelan dikim ku dengê xwe bidin HDP'ê. Daxwaza me cinayete jinan, mirinê karkeran û ciwanên binpê dibin bi dawî bibe. Li wî axî her diçe ku zêdetir dibe, ji bo zêdebûna cinayet, mirinê hwd. dibe ku li meclîsê zêdetir mafê axaftinê hebe. Çiwa di hilbjartina 7'ê Hezîranê parlementerê jin zêde di meclîsê bi cîh bûn, çiwa hêviya me zêde bû ji bo wekhêvî û aşitiyê dibe ku hilbijartina 1'ê MIjdarê xurtir bibe û hemû kes dengê xwe bidin HDP'ê."
(ha/rc)